Li Iraqê 30 hezar nexweşên penceşêrê hene
Wezareta tendirustiya Iraqê der barê nexweşiya penceşêrê de hişyarî da û ragihand ku ev nexweşî li Iraqê di nava salek de bi sedan kes li Iraqê bi nexweşiya penceşêrê ketine.
Navenda Nûçeyan- Berdevkê wezareta tendirustiya Iraqê di axaftinek ji ajansa Iraqê de destnîşan kir ku rêjeya nexweşiya penceşêrê zêde dibe û diyar kir ku heta niha ji sedî deh sedema mirina kesan li Iraqê û Rojhilata Navîn penceşêr e, di heman demê de rêjeya bi nexweşiya penceşêrê li Îraqê di nava salakê de ji 100 hezar Îraqiyan 80 bûyerên penceşêrê hene.
Berdevgê wezareta tendirustiya Iraqê da zanîn ku daneyên li Iraqê tomar kirine di çarçoveya lêkolînên cîhanê de ye. Li gorî lêkolînên giştî yên ku hatine kirin zêdetirî 30 hezar bûyerên nexweşiya penceşêrê hatine tomarkirin û wiha got: “Teşxîsa dereng a nexweşiyê pirsgirêk e bi taybetî penceşêra pêsîrê ku dema di qonaxa sêyemîn û çaremîn a nexweşiyê de be, belavî hemû bedenê dibe û çareseriya wê zehmet dibe.”
Her wiha daxwaz ji jinan kir ku ji bo zû penceşêra pêsîrê teşxîs bikin divê jin kontrolên xwe baş bikin.