Li dijî çekên kîmyewî kampanyaya jinan a navneteweyî

Komîteya Piştgiriya bi Tevgera Jinên Kurdistanê ya Arjantînê re li dijî bikaranîna çekên kîmyewî kampanya da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê ya Arjantînê re li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve kampanyayek da destpêkirin. Kampanyaya ku gav bi gav hatiye plankirin, heta ku gavên ji bo pêşîgirtina li bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Tirkiyeyê neyên avêtin dê bidome.

Di pêngava yekemîn a kampanyayê de, bi armanca seferberkirina rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên xwedî bandor e. Qonaxa yekem ji xebatên ji 1'ê Mijdarê heta 30'ê Mijdarê pêk tên. Di vê qonaxê de medyaya civakî dê bi awayekî çalak were bikar anîn. Her wiha tê plankirin ku di hefteya duyemîn a meha Mijdarê de civîneke çapemeniyê bi beşdariya kesayetên naskirî were lidarxistin. Di hemû çalakiyên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê tên lidarxistin de, wê were destnîşankirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye.

Daxuyaniya jinan

Komîteyê di daxuyaniya xwe ya kampanyayê de destnîşan kir ku tevgera azadiyê ya ku paradîgmaya ku navenda wê azadiya jinê ye, bi bombe û gazên jehrê nayê bidawîkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî çekên kîmyewî her roja ku derbas dibe tê plankirin ku bi awayekî koordîneyî bê berfirehkirin û hat destnîşankirin ku armanca yekemîn ew e ku kampanyaya li seranserê parzemînê belav bibe û bê meşandin. Kampanya wekî kampanyayek navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di daxuyaniyê de gelek caran çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd hatine bikaranîn, di deklerasyonê de bang li hemû hêzên dij-kapîtalîst jî hate kirin ku dengê xwe bilind bikin da ku dîrok dubare nebe.

Meşa girseyî bê lidarxistin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya kampanyaya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya di 30'ê Mijdarê de ji bo xurtkirina hevgirtina navneteweyî ya li tevahiya cîhanê, biryar hat dayîn ku meşeke girseyî bê lidarxistin.