Li Idlibê bi sorkirinên olî jiyanê li jinan teng dikin

Komên Îslamî yên li Idliba dagirkirî bi sorkirinên olî yên li mizgeft, kolan û minberan dijminahiya li dijî jinan belav dikin. Derûnnas Samar Al-Thalja got, “Ji bo bidawîbûna feraseta mêr divê bi her awayê têkoşîn bê meşandin.”

ASÎNAT AL-MUHAMMED

Idlib – Li Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de ye, her cure tundiya li dijî jin û zarokên keç tê jiyîn. Komên Îslamî yên ku bajarê Idlibê di bin serkêşiya HTŞ de kontrol dikin, maf û azadiya jinan di hemû warên jiyanê de sînordar dikin. Di heman demê de bi riya sorkirinên olî li mizgeft û rêyan jî hewl didin ku gotinên nefretê li dijî jinan belav bikin. Di demên dawî de li bajêr pêkanînên neyînî yên li ser jinan zêde bûne, ev yek jî bûye sedema zêdebûna sûcên li dijî jinan. 

'Axaftina zayendperest li ser mêran tê ferzkirin'

Randa Al-Awad a 32 salî ku li bajarê Idlibê di saziyeke alîkariyê de dixebite got, “Di xutbeya ku hevjînê min li mizgeftê lê guhdarî kir de, jinên karker weke 'bêexlaqî, heram' hatin binavkirin û bang hatiye kirin ku li dijî jinên kedkar derdikevin. Dema ku min dest bi xebatê kir, hevjînê min ne xwediyê vê hişmendiyê bû. Berevajî vê her tim cesaretê dida min ku ez beşdarî jiyana xebatê bibim. Lê belê, ji ber ramanên dijminahiya jinan ê HTŞ’ê di hevjînê min de jî guhertin çêbûn. Minê an dev ji kar berdaba an jî hev berdaba. Di encamê de ez neçar mam ku dev ji kar berdim.” 

'Polîtîkayên ku jinan di ber tercîhên dijwar de dihêle tên meşandin'

Randa Al-Awad diyar kir ku komên tundrew xebatên waîzên mizgeftan zêde kirine û wiha got: “Dê ji malên xwe derketina jinan bê astengkirin, bi hincetên curbecur dê cil û bergên wan bên kontrolkirin û ji bo ji holê rakirina tiştên ji azadiya jinan maye dê serî li xurtkirina gotara olî bidin. Polîtîkayek ku jin li ber tercîhên dijwar û dijwar dihêle tê meşandin. Van guhertinên di hevjînê min de jiyana me serûbin kir. Niha çalakiya herî biçûk jî bûye pirsgirêk. Karên rojane yên wek çûna bazarê yan jî derketina ji malê jî bi agahiya hevjîna min tên kirin.” 

'Em xebatên bilindkirina hişmendiyê li dar dixin'

Samia Al-Jundi ya 28 salî ku li yek ji navendên bihêzkirina jinan li bajarê Idlibê kar dike got, “Ji ber baweriyên olî ez neçar im ku karê xwe ji xizmên xwe û komên civakî veşêrim. Di xutbeyên mizgeftan de jinên kedkar 'bêexlaqî' tên dîtin. Em çalakiyên ji bo hişyarkirina jinan û piştgiriya jinan li qadên kampê li dar dixin, lê piraniya me bi astengiyên hevjînên xwe re rû bi rû ne. Jinên zewicî ji bo dest ji kar û xwendina xwe berdin ji aliyê mêr û civakê ve rastî zextan tên. Ji ber vê rewşê gelek tundiya fîzîkî û devkî li ser jinan tê kirin.”

Samia Al-Jundi diyar kir ku ji ber zextên civakî û derûnî gelek caran ji karê xwe derketiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sorkirinên olî û gotinên nefretê yên li ser jinan belav dibin. Jin di heman demê de bi zextên malbatî û civakî re rû bi rû dimînin. Jin bi hincetên olî yên bê bingeh tên sûcdarkirin. Hemû binpêkirin û tacîzên ku li jinan tên kirin dê ji bo pêşerojê bibe sedema gelek metirsiyan."

'Dema ku ez ji kon derketim neçar mam ku perdeyê li xwe bikim'

Jina ciwan a 29 salî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku ji ber ku çanda olî ya provokatîf a li dijî jinan li mizgeftên derdora kampan belav bûye rastî zextên birayê xwe tê. Jina ciwan diyar kir ku dema ji kon derketiye neçar maye peçe dêyne ber rûyê xwe û wiha got: “Li gorî zîhniyeta wan hemû jin taybet in û dengê jinê qedexe ye. Ez neçar dimînim ku ji kon derkevim da ku karê xwe yê rojane bimeşînim û her carê ez di nav stresê de dimînim. Birayê min gelek caran beşdarî axaftinên xutbeyê dibe ku ji hêla alîgirên HTŞ ve têne çavdêr kirin. Di xutbeyan de mêjiyê wan tê şûştin. Birayê min gelek guheriye û her tim dixwaze min di bin kontrolê de bihêle. Dema ez îtîraz dikim, tundiyê li min dike. Ev rewş dibe sedema pirsgirêkên derûnî, fizîkî û malbatî.”

'Divê rola jinan bê xurtkirin'

Derûnnas Samar Al-Thalja pirsgirêkên ku jinên li Idlibê dijîn û bandora wan li ser psîkolojiya wan nirxand û got, "Ji ber nezanîn û nebûna hişmendiya civakî, civakên xwecihî yên bajarê Idlibê bi navê olê tundî û tundiyê teşwîq dikin. Kesên sorkirinan dikin balê dikişînin ser metnên olî yên ku mafê terbiyekirin û tacîzkirina jinan dide mêran. Jin li ser navê ol rastî tundiyê tên, ev yek jî dibe sedema gelek tawanên li dijî jinan, bi taybetî kuştina jinan. Ev jî ji bilindbûna tawanên li dijî jin û keçan li Idlibê diyar dibe. Ji bo xurtkirina rolên jinan û bidawîkirina zîhniyeta desthilatdar divê em bi her awayî têbikoşin."