Li Hindistanê cenazeyên du xwişkan hatin dîtin

Cenazeyê du xwişkan li Ûtar li Piradîşa Hindistanê hatin dîtin û ev guman heye ku bûyer revandin û destdirêjiya zayendî ye.

Nevenda Nûçeyan- Polîsên Hindistanê ragihandin ku cenazeyê du xwişkan roja Çarşemê li herêma Laxîmpor hat dîtin. Lêkolînên polîsan der barê bûyera kuştinê de dest pê kirin û piştî cenaze hatin dîtin malbatê got ku keçên wan hatine revandin û destdirêjiya zayendî li wan hatiye kirin.

Her wiha polîsan ragihand ku şeş mêr li ser bûyera kuştinê weke tewanbar hatine girtin û cenazeyên herdu xwişkan ji bo lêkolînê rakirina nexweşxaneyê. Temenê herdu xwişkan di bin 18 salî de ye û ev bûyer jî bû sedema nerazîbûna gel û aliyên opozîsyonan.

Dayîka herdu xwişkan got ku keçên wê ji aliyê kesek bi motosiklet ve hatine revandin.

Bûyerên kuştin û destdirêjiya zayendî ya li ser jinan li welatên cîhanê zêde dibin û Hindistan jî yek ji wan welatan e ku jin tê de nayên parastin û rastî tundîtûjiyê tên.

Li Ûtar Piradiş ku li Bakûrê Hindistanê ne û gelek gundên herêma wî welatî, zêdeyî 200 milyon kes dijîn û tundîtûjiya li dijî jinan di rêjeyek zêde de hatiye tomarkirin wisa bûye ku êdî malbat nikarin keçên xwe biparêzin.