Li Hewlêrê jinek hat qetilkirin
Li Taxa Mam Sinic a bajarokê Xebat a bajarê Hewlêrê jineke 61 salî hat qetilkirin, di êrişê de kurê wê jî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan – Her çiqas erdnîgarî biguhere jî, ezmûnên jinan naguhere. Li gelek welatan jin tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Li navçeya Mam Sinic a girêdayî bajarokê Xebat a Hewlêrê ya Kurdistanê jineke 61 salî hat qetilkirin û kurê wê jî di heman êrîşê de birîndar bû.
Lêkolîn dest pê kir
Li gorî agahiyên ku ji polîsên bajarokê Xebat hatine wergirtin, hate gotin ku êrîş derengiya şeva borî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye kirin û kesên navborî diz in. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.