Li Hewlêr û Germiyanê ji bo mexdûrên erdehejê kampanya alîkariyê hat destpêkirin

Kampanya komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe, li Hewlêr û Germiyanê jî kampanya alîkariyê hate destpêkirin.

Navneda Nûçeyan – Erdheja li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ku di roja 6’ê Sibatê de navneda wê Mereş û Dilok bû li 10 bajarên mezin yên Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê pêkhat û bû sedema bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û birindar bibin û ziyanên madî. Komkirina alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe. Li bajarê Hewlêr ji aliyê sê rêxistinan ve di 7’’ê Sibatê de ji bo sê rojan hate destpêkirin û wê ji sibehê saet 8’an heta 12’ê şevê berdewam bike. 

Welatî bi aweyek germ pêşwaziyê li kampanyayê dikin. Tiştên di nava malê de, supe, şîr û tevahiya pêwîstiyên rojane yên xelkê tînin.

Di nava bazara Kelar alîkarî hat komkirin

Li navçeya Kelar a Germiyanê ji aliyê hejmarek çalakvan, xêrxwaz û welatparêzan ve ji bo mexdûrên erdhejê kampanya komkirina alîkariyê hate ragihandin û îro 8’ê Sibatê wê di nava bazara Kelar dest bi komkorina alîkariyê were kirin.

Rêxistinên kampanyayê bang li tevahiya xelkê herêma Germiyan kir ku piştgiriyê bidin kampanyayê, erka xwe ya mirovahî pêk bînin û alîkariya bira û xwişkên xwe yên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bikin.