Li Hewlêr agir bi kampa Herşem ket
Sibeha îro agir bi kampa Herşem - 1 ya li bajarê Hewlêr ku tê de koçebrên Êzidî lê dijîn ket û ji ber agir şeş mal şewitîn.
Navenda Nuçeyan - Îro siharê agirek mezin li kampa Herşem-1 ya li bajarê Hewlêrê ket ku bi taybet di vê kampê de koçberên Şengalê dijîn û nêzî 150 mal tê de hene.
Li gora agahiyên destpêkê ji ber agir şeş mal bi temamî şewitîn û tu ziyanên canî çênebûne. Heta niha nayê zanîn ka sedemê agir çi ye. Di sala 2019-2020’an de li heman kampê şewit derketibû û ziyanên canî û madî çêbûbûn.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di roja 3’ê Îlonê de li agir bi kampa Bacid Kandal ya li sînorê Zaxo ya girêdayî Dihok ku xelkê Êzidî lê dijîn ket, nêzî 20 kon şewitîn, lê belê sedemê vê bûyera şewatê û tu bûyerên din yên bi vî awayî yên şewitîna kampên koçberên Şengalê yên li sînorê Dihokê û Hewlêrê nayên zanîn û agahî derbarê mijarê de ji hêla berpirsiyaran ve nayên parvekirin.