Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pergala Netewa Demokratîk de bi îsrar in
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewriya tek al, ziman, welat û çand hat hilweşandin û li şûna wê pergala Netewa Demokratîk ya xweserî, wekhevî û azadkirina mîrateya çandên hezar salan armanc digre tê pêkanîn.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Modernîteya Kapîtalîst ku xwe weke dewleta netewe birêxistin dike, alozî û şerên herî mezin yên dîrokî afirandiye. Rêjîmeke ku rastiya dîrokî înkar û qir dike, gelan kontrol dike û civakê ber bi majînalbûnê ve dibe.
Pergala netew-dewlet di navenda hemû pirsgirêkan de cih digre
Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dewlemendiyeke çandên hezaran sal heye ku li gel hev jiyaneke wekhev karektîze kirbûn. Tevî hemû êrîşên pergala kapîtalîst yên înkar û qirkirinê, ev heqîqet heta niha jî bermahiyên xwe di nava civakê de xwe didin der. Di dirêjahiya van sal û heta mirov dikare bêje serdemên borî de, dewletên netewe ji bo ku serîrakirinên gelan biçewisînin modela dewletokên netewe pêşxistine da ku ji bin serwerî û desthilata wan dernekevin. Li şûna ku gel li ser pirsgirêkên bingehîn yên pergalê serwext bibin û bikevin nava hewildanên pêşxistina modeleke nû a jiyanê, wiha dikin ku rojeva zihnê mirovan têrkirina zik, pirsgirêkên heyatî û rojane bin.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Sedîqe Xilo, teqez dike ku hişmendiya netew-dewlet xeteriyên herî mezin bi xwe re anî: “Pergala dewlet netewan di naverok û bîrdoziya xwe de bi temamî berovajî pergala Netewa Demokratîk e. Hişmendiya netew-dewlet rehên xwe dighêjin şaristaniya Sumeran ku pê re pergala xwedewan û koleyan destpê kir. Bi vê yekê re parçebûna civakê destpê kir ku êdî navên weke xwezaya yekemîn, duyemîn û sêyemîn hatin bikaranîn û pêkanîn jî. Ji bo vê jî li tevahî cîhanê pergaleke wiha heye ku xwe dispêre hişmendiya xwedewan û koleyan.”
Abdullah Ocalan: Modernîteya Demokratîk riya rast a aştiya civakî ye
Li dijî modernîteya kapîtalîst, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan projeya Netewa Demokratîk weke modeleke çareserker pêşxist ku di bingehê xwe de têkiliyên civakî yên netewperestiya dewletê parçe dike û ji nû ve demokratîze dike û lihev tîne. Di vî warî de Ocalan dibêje; Sîstema modernîteya demokratîk a armanca wê xweserî, wekhevî û azadkirina mîrateya çandên hezar salan e. Riya rast, baş û xweş a jiyana bextewar û aştiya civakî ye.
Li ser vê bingehê, Netewa Demokratîk xwe weke têgîna kilît a rizgarkirina gelan ji kirîzên pergalê ye ku ji aliyê hişmendiyê ve kategoriyeke çareserker û alternatîf e.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komên Netewa Demokratîk
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di hemdema Bihara Gelan de, gelê Rojavayê Kurdistanê li şûna pergala Rêjîma Baas ji bo xwe pirojeya Netewa Demokratîk hilbijartin ku bi riya modela Rêveberiya Xweser a Demokratîk xistin piratîkê. Ev 13 sal in ku pêkhate û çandên (hindikayî) yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Asûr, Eremen, Turkmen, Çerkez û Ereb ku rû bi rû yê înkar û qirkirinan hatin, weke komên Netewa Demokratîk li gel hev dijîn, piştgiriya hev dikin û bi rola pêşeng ya avakirina konfedralîzma Demokratîk radibin.
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl vê pergalê weke serkeftineke dîrokî dinirxîne: “Bi şerê cîhanê yekê Yekemîn re, civak û pergala cîhanê derbasî sîstema dewlet netew bûn ku di encamê kirîz û kaosên mezin destpê kirin. Lewra jî gel, civak û bi taybet netewên ku weke hindikayî tên binav kirin di gelek qonaxên qirkirin û înkarkirinê re derbas bûn. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirojeya Netewa Demokratîk tê pêkanîn. Pratîkkirina vê modelê weke pergala Rêveberiya Xweser, dikaribû toz û siya bi salan e li ser pêkhate û hindikayin hatiye ferzkirin ji holê rake û li dijî modernîteya heyî weke alternatîf xwe pêşxistin.”
Jin sernavê bingehîn yên Netewa Demokratîk e
Mirov dikare bi kûrtî Netewa Demokratîk weke şoreşa herî girîng û mezin ya di hişmendiya gelan de pêk tê, binirxîne. Pergala Xweseriya Demokratîk jî, serhildana herî bi wate a bi gewde ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Di vî warî de jin sernavê sereke û bingehîn yên Netewa Demokratîk in. Ger Netewa Demokratîk zindîkirina çandên hezar salan armanc digre, afirîner û avakerên vê çandê jin in. Ji bo vê jî bê azadî, nêrîn, beşdarbûn û hebûna jinan, Netewa Demokratîk jî ne pêkan e.
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Sedîqa Xilo di vî warî de wiha dibje: “Tişta ku em behsa wî dikin, di roja me ya îro de weke modernîteya kapîtalîst xwe dide der ku bi giştî mirov xistine koleyên modern. Koleyên modern jî ji aliyê vê pergalê ve gelek rehet tên birêve birin ku mêjiyê wan bi temamî tê şûştin. Li şûna li ser pirsgirêkên cidî bihizrin, bi mijarên virt û vala re mijûl dibin. Bê gûman jin jî di navenda vê pergalê de ye ku herî zêde bi kolekirina jinan re, hevsengiya malbat, civak û gerdûnê ji rê derket. Avakirina vê hevsengiya dîsa bi jinan pêkan e.”
Pêkhateyên Bakur û Rojhiltê Sûriyê li ser şopa Şaristaniya Demokratîk dimeşin
Di pêvajoyeke ku pergalên dewlet netewe li ber rizînê ne û hewil didin mêtîngeriya xwe berdewam bikin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastin û mayîndekirina pergala xwe de bi îsrar in. Bi taybet di qonaxa dîzayînkirina Rojhilata Navîn û avakirina Sûriyaya nû de, ew ji bilî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tu bijareyên din naxwazin.
Cîgira Encûmena Cîbicîkar Mizgîn Xelîl ragihand ku ewê heta hetayê jiyana azad û demokratîk hilijêrin: “Pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pergal weke çareserî û riya herî rast ya ji nû ve hevdîtina bi çand, nasname û hebûna xwe re, hilbijartin. Bi taybet di vê pêvajoyê de jî, derfeteke dîrokî heye ku em êdî ji kiryar û hişmendiyên zordar yên netew-dewlet rizgar bibin. Lewra jî Kurd, Ereb, Turkmen, Asur, Çerkez û Ermenên li Bakur û Rojihilatê Sûriyê dijîn, em heta hetayê di pergala xwe de bi îsrar in û emê ji bo wê jî têbikoşin.”