‘Li heremên dagirkirî jin di bin tundî û gefekî mezin de dijîn’

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma li ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî û tundiya ku ew pê re rû bi rû dimînin axivî.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî di 20’ê Çileya 2018’an de dest bi êrişên dagirkeriyê ya li dijî Efrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Piştî berxwedana 58 rojan a bê hempa ya gelê gelê Efrînê di 18 Adara heman salê de Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta car din dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî êrişî Serêkaniye û Girî Spî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kirin van hereman dagir kirin. Di pêvajoya 5 salên li ser dagirkirina Efrînê û 3 salên li ser dagirkirina Serêkaniye û Girê Spî de li van heremên dagirkirî jin rastî gelek kiryarên dermirovî û binpêkirina mafan hatin.

Têkildarî mijarê rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma li ser rewşa jinan a li herêmên dagirkirî û tundiya ku ew pê re rû bi rû dimînin axivî.

 ‘Li herêmên dagirkirî jin di bin tundî û tehdîdeke mezin de dijîn’

Evîn Cûma tundiya li dijî jinan li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li gorî şopandina me ya ji bo rewşa jinan li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em dibînin pir xirab bûye. Li ser jinan pir astengî di aliyê jiyanî, civakî û kar de hatine ferzkirin. Wek mirovek bê qîmet li jinan tê mêzekirin û tu mafê wan tune ye her wiha tundî û îşkence jî li ser wan tê kirin. Li gor cavdêriya Komeleya Mafên Mirovan a Navneteweyî tesbîtên tundiya li dijî jinan de hatine kirin lê tu gavên pratîk ku rê li ber vê tundiyê bigrin nehatine avêtin. Li herêmên dagirkirî jin ji mafên xwe yên derketina derveyî malê, xwendin û kar hatine dûrxistin. Gelek çalakvanên ku ji bo parastina mafên jinan dixebitin, rastî tundiyê tên û jiyana wan di bin tehdîdê de ye. Em dikarin bibêjin bi rengekî giştî jin di bin tundî û tehdîdeke mezin de dijîn û tu alî ji vê yekê xwe berpirsyar nabîne.”

‘Sedema bingehîn a tundiya li dijî jinan berî her tiştî sîstem in’

Evîn Cûma bal kişand ser serweriya sîsteman li ser vîn û mafên jinan û wiha domand: “Sîstemên serwer jinan weke hêzeke dijber ji xwe re dibînin, ji bo ku di kesayeta jinan de civakê tehdîd bikin û bibin armanceke hêsan ji berjewendiyên wan re. Ew bi xwe jî dizanin civaka ku jin tê de ne beşdar bin û xwedî sekn û nêrîn nebin ew civak şikestî ye. Ferasetek wisa di mêjiyê jinan de dabûn rûnişkandin ku tenê bimîne girtiya malê û tu berhemên wê di tu qadên jiyanê de tunebin. Li gorî jiyana ku van sîsteman ji jinan re xêz kirine wê didin bikaranîn bi rengê ku ew dixwazin pêwîst e jin wiha bijîn. Ev hemû dibin sedem ku gelek jin dawiyê li jiyana xwe bînin û weke tiştekî normal bê dîtin. Ev rewş hemû di welatên ku îslama radîkal lê serwer e zêdetir tên dîtin mîna welatên weke Afganistan, Îran, Tirkiye û gelek welatên din ên ku tu rêzê ji jinan re nagirin û tundî tê de li pêş e. Sedemên ku dihêle rewşa jinan ber bi xerabûnê ve biçe berî her tiştî sîstem in, paşê rewşên din mîna dagirkerî, koçberî û neheqiyê dikeve rêzê. Ger sedema bingehîn neyê çareserkirin wê tu civak li ser lingan nemîne û jin negihîjin azadiya mayinde.”

‘Li Afganistanê Talaban di her warî de pêşî li jinan digre

Evîn Cûma rewşa jinan li Afganistanê nirxand û wiha pêde çû: “Li Afganistanê rewşa jinan ne dûrî ya herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Rojane qanûnên hişk li ser jinan tên ferzkirin, Talîban tu girîngiyê nade beşdarbûna jinan di wê civakê de. Hemû bûyerên ku li herêmên dagirkirî diqewimin li Afganistanê dubare dibin ji ber rastiya sîsteman wiha ye. Heman hişmendî, heman rêbaz û heman tundî li ser jinan tê kirin. Bûyerên ku diqewimin gîhîştine asteke wisa ku êdî wijdanê mirovan tehemul neke. Îro berpirsyariya vê yekê dikeve ser kê? Sazî û rêxistinên pêwendîdar ji cihê xwe hereket nakin, daxuyanî û şermezarkirin tenê ne têrker in. Îro di van herêman de jiyan tê qetilkirin û tunekirin. Ji bo wê em dibêjin pêwîst e jin bi xwe rêxistina xwe li dijî van plan û tundiyê bilind bikin ger hevgirtineke jinan a cîhanî were çêkirin tu hêz nikare tundiyê li wan bike.”

‘Bêdengî xizmeta azadiya jinan nake têkoşîn riya azadiyê ye’

Evîn Cûma wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zanebûna jinan mafê wan û hilbijartina riya têkoşînê li dijî sîstemê wê jinan ji tundiyê rizgar bike. Bila jin tecrubeyên xwe bi riya medyaya dîjîtal bi hev re parve bikin û sûd bidin jinên ku vîna wan li ber pejirînê ye. Bêdengî xizmeta azadiya jinan nake, têkoşîn riya azadî û çareseriya doza jinan e.”