Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş didome
Êrîş û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li dijî Minbicê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didomin.
Navenda Nûçeyan- Di 27’ê Mijdarê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk Helebê dagirkirin. Di heman wextê de çeteyan êrîş bir ser Kantona Şehba-Efrînê. Di encama dagirkeriyê de bi dehhezaran kesan berê xwe dan heremên bi ewle ya Rêveberiya Xweser. Di 7ê Kanûnê de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrîşî Minbic û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, li hemberî êrîşan şervanên QSD’ê û YPJ bersîv didin û xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser banga seferberiyê û bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, piştgirî didin hêzên QSD’ê û YPJ'ê.
Li Minbicê Meclisa Leşkerî êrîşên çeteyan vala derdixe
Di 7’ê Kanûnê de li Minbicê şerekî dijwar ji sê eniyan ve qewimî. Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrîşê çeteyan vala derdixe. Li bajarê Minbicê û gundewarên wê şer û pevçûnên dijwar rû didin. Hêzên Meclisên Leşkerî yên Minbic û Babê, hêzên Cebhet El Ekrad derbên giran li çeteyan didin. Her wiha balafireke bêmirov a artêşa Tirk 3 car pira Qereqozaqê ya di navbera çemê Firatê de ku kantonên Firatê û Minbicê digihîne hev, hedef girt.
Til Temir
Duh dewleta Tirk bi guleyên obusan gundên Tewîle û Um El Xêr ên girêdayî bajarê Til Temirê topbaran kir. Her wiha îro saet di 04.00ˈan de gundê Um El Kêf ê rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, bi çekên giran topbaran kir.
Li dijî xelkên Efrînî kiryarên dijmirovî pêk tên
Di çarçoveya dewamkirina sûcên li dijî welatiyan de çeteyên dewleta Tirk 15 koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku hewl didan bigihînin kantona Tebqayê, revandin. Çeteyan ji bo serbestberdana her welatiyek, 4 hezar dolar xwest.
Li kantona Cizîrê 3 hezar û 800 malbat hatin bicihkirin
Ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser Şehbayê, koçberên Efrînê carek din ketin ser riya koçberiyê. Li gorî agahiyên Endamê Şopandina Rewşa Koçberan, 3 hezar û 800 malbat gihîştine kantona Cizîrê. Duh li Hesekê 200 malbat û li Qamişloyê 197 malbat hatin bicihkirin. Li ser banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava tevgerê de ne û alîkarî pêşkêşî koçberan dikin.