Li Herêma Başûrê Kurdistanê rêjeya zewaca zarokan zêde dibe

Beşa amaran a perwerde, tendirustî û civakî ya li Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, rapirsiyek li ser rewşa civakî û tendirustî ya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2021’ê pêk anî. Li gorî rapirsiyê ji sedî 2.2’yê kesên di bin15 salî de tên zewicandin.

Navenda Nûçeyan - Beşa amaran a perwerde, tendirustî û civakî ya li Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê bi hemahengî li gel Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Runiştvanan rapirsiyek li ser rewşa civakî û tendirustî ya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2021’ê pêk anî. Di rapirsiyê de bîlançoya zewaca di temenê biçûk de hatiye eşkerekirin. Li gor rapirsiyê diyar dibe ku rêjeya zewaca di temenê biçûk de her ku diçe zêde dibe. Her wiha yek ji sedemên zêdebûna rêjeya nexwendinê di nava jinan de zewaca di temenê biçûk de ye.

Anket li seranserî parêzgehên Herêma Kurdistanê pêk hatiye. Rapirsiyê di Îlona 2021’ê de dest pê kiriye û 20 rojan berdewam kiriye. Hem li bajêr hem li gundan hatiye pêkanîn. Hejmara malbatên ku li gel wan hatiye axaftin hezar û 576 malbat in. Hejmara jinên ku hevpeyvîn bi wan re hatine kirin jî hezar û 162 ye.

Encama rapirsiyê, wiha ye;

Li Herêma Kurdistanê rêjeya zewaca di temenê biçûk de ji sedî 33’ye. Ji sedî 23’ê wan jî beriya temenê wan bigihîje 18 salî zewicîne. Ji sedî 10 jî temenê wan beriya bigihîje 15 saliyê hatine zewicandin.

Li gorî encama rapirsiyê, rêjeya herî zêde ya zewaca di temenê biçûk de li parêzgeha Silêmaniyê ye, piştî wê parêzgeha Hewlêrê û piştre jî parêzgeha Dihokê tê.

Li gorî vê;

Silêmanî ji sedî 23 temenê wan beriya 18 salî û ji sedî 10.3 jî temenê wan beriya 15 salî hatine zewicandin.

Hewlêr ji sedî 22.2 temenê wan beriya 18 saliyê û ji sedî 9.6 jî temenê wan beriya 15 saliyê hatine zewicandin.

Dihok, ji sedî 22.1 temenê wan beriya 18 saliyê û ji sedî 9 jî temenê wan beriya 15 saliyê hatine zewicandin.

Her wiha di rapirsiyê de îşaret bi ferqa temenê navbera hevjînan û çawaniya pêkanîna zewacê de jî hatiye kirin. Li gorî vê eşkere bûye ku piraniya zewaca di temenê biçûk de bi riya xizmayetiyê bûye. Her wiha eşkere bûye ku ji sedî 13 zilam 10 sal ji jinan mezintir in.