Li Heratê ultrason li jinan hat qedexekirin

Rejîma Talîbanê li Heratê girtina ultrasoundê li jinan qedexe kir. Gelek saziyên tenduristiyê li ber deriyê xwe teblîxa qedexeyê daliqandine.

Navenda Nûçeyan – Hema bêje her roj nûçeyek derbarê ferzkirinên li ser jinan a Talîbanê tê ku rêveberiya welat li Afganîstanê desteser kiriye. Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Afganîstanê li bajarê Herat ê Afganîstanê, ultrasoun li ser jinan qedexe ye.

Hat diyarkirin ku jinên ku dixwazin biçin saziyên tenduristiyê û ultrasonê bikin heqaret li wan tê kirin. Hat ragihandin ku ji ber li Nexweşxaneya Hozoyê doktorên jin tunebûn, doktorên mêr jin dibirin ser cîhaza ultrasoundê û ji ber vê yekê Talîbanê qedexe danî.