Li Heratê ji bo xwendekarên zanîngehê qedexeyên nû!

Talîbana ku di bin mercên giran de rê dide jinan biçin zanîngehê, vê carê "qeydkirina dengê mamosteyên mêr, makyajkirin û lixwekirina pantolonên kurt" qedexe kir.

Talîbana ku di bin mercên giran de rê dide jinan biçin zanîngehê, vê carê "qeydkirina dengê mamosteyên mêr, makyajkirin û lixwekirina pantolonên kurt" qedexe kir.

Navenda Nûçeyan – Li Zanîngeha Herat a bajarê Heratê yê Afganîstanê, Talîbanê ji bo xwendekarên keç rêziknameyên nû danîn. Di çarçoveya qedexeyên nû de makyaj, hilbijartina cil û bergên rengîn, lixwekirina pantorên kurt li jinan hat qedexekirin. Her wiha destûr nayê dayîn ku xwendekarên jin li zanîngehê dengê mamosteyên mêr tomar bikin. Qedexeya dengê mamosteyên mêr bi hinceta "ji derveyî nepenîtiyê ye" hat girtin.

Hejmara xwendekarên keç kêm dibe!

Li Heratê rêya zanîngehê ji jinan re hat vekirin, lê ji aliyê din ve çavkaniyên herêmî diyar dikin ku jinên ciwan ên li bajêr xwendekar in ji ber ku ji zextên Talîbanê bi fikar in, ji aliyê malbatên xwe ve tên astengkirin û malbatên wan nahêlin biçin zanîngehê. Ji ber wê jî hejmara xwendekaran li zanîngehan roj bi roj kêm dibe.

Jin serê sibê, mêr danê nîvro li dibistanê

Jin serê sibê li zanîngehê dixwînin, mêr jî piştî nîvro. Deriyê ketin û derketina xwendekarên jin û mêr ên zanîngehê jî ji aliyê rejîma Talîbanê ve hatin veqetandin. Wekî din, tê plankirin ku di nav polên ku dibe ku tevlihev bibin de dîwarek were çêkirin.