Li hemberî zewaca temenê biçuk kampanyayek dîjîtal li Mexribê hat destpêkirin

Fona Şêniyê ya Neteweyên Yekbûyî li Mexribê kampanyayek dîjîtal li dijî zewaca temenê biçuk da destpêkirin.

Mexrib- Di daxuyaniya ku ji aliyê Fona Şêniyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye belev kirin, tê de hat diyar kirin ku nêzî 650 milyon jin li cîhanê di temenekî biçuk de hatine zewcandin. Ji ber vê yekê Fona Şêniyê ya Neteweyên Yekbûyî li Mexribê kampanyayek wiha da destpêkirin. Kampanya di 14'ê Sibatê de dest pê kir û dê heta dawiya mehê dirêj bike rastî eleqeyek mezin hat. Dê komek çalakvên mafên jinan, sazî, hunermend û rojnamevan jî beşdar bibin.
Lêkolînek ku ji hêla Dozgeriya Komarê ya Mexribê ve hatî kirin, zêdebûna rêjeya zewacên bi temenê biçuk eşkere kir, ji ber wê jî hewil tê dayîn li Mexribê pêşî li zewaca jêr temenê 18 saliyê bigirin.