Li hemberî tacîza li zanîngehan tê jiyîn, banga destwerdana bilez hat kirin
Seroka Encumena Neteweyî ya Mafên Mirovan li Mexribê Amna Bouayach ji bo rûbirûbûna tacîza zayendî banga destwerdana bilez kir.

Navenda Nûçeyan - Seroka Encumena Niştîmanî ya Mafên Mirovan Amna Bouayach destnîşan kir ku pêwîst e di zanîngehên Mexribê de bingehên rêxistinî yên navxweyî bên danîn da ku dan û standinên di navbera mamosteyan û xwendekaran de birêxistin bike û ev yek tacîza zayendî bidawî bike.
Di roniştina diyalogê ya ku di 30'ê Gulanê de ji aliyê komîsyona Herêmî ya Mafên Mirovan bi hevkariya zanîngeha Mihemed El-Ewel li bajarê Wecda li ser "Têkoşîna li dijî destdirêjiyê li qada zanîngehê" hatibû lidarxistin, Amna Bouayach banga bidawîkirina tacîza zayendî li zanîngehên Mexribê kir û bal kişand ser pêwistiya zanîngehan ku li hemberî tacîzê tedbîrên lezgîn bê girtin.
Li zaningehan kampanyayên li dijî tundî û êrişa zayendî
Derbarê rêbazê tekoşîna li dijî diyardeya destdirêjiya zayendî Amna Bouayach pêşniyarek pêşkêş wiha pêşkêş kir: "Organîzekirina danişînên li ser quralên bingehîn ku koda exlaqê di nav zanîngehan de temsîl dikin ji bo kesên ku nû derbasî zanîngehan bûne, her wiha li zanîngehan kampanyayên navneteweyî yên li dijî tundiyê organîze bikin.”
Amna Bouayach destnîşan kir ku li gor lêkolîneke Brîtanî ya li ser tûndiya li ser bingeha zayendî ji 5 hezar xwendevanên ku ji 88 zaningehan hatine diyarkirin, ji sedî 56 xwendekar herî kêm carekê di jiyana xwe de rastî tacîz an jî tûndiyê hatiye. Her wiha Amna Bouayach bal li vê yekê kişand ku Meclîsa Niştîmanî ya Mexrîbê ya Mafên Mirovan bi armanca teşwîqkirina şikandina bêdengiyê ya mexdûrên tûndutujiyê û ji bo têkoşîna li dijî bêcezakirina sucdaran kampanyayek salane hatiye meşandin.