Li hemberî Qesra Spî ji bo Filistînê kon hat vedan

Li Paytexta DYE’yê Washingtonê piştî çalakiyên piştgiriya Xezayê hatin lidarxistin, hinek rojnamevanan li hemberî Qesra Spî kon vedan. Rojnamevanan bang li rêveberiya Joe Biden kir û gotin: “Bila di mijara Xezayê de xeta sor pêk bîne.”

Navenda Nûçeyan- Li Paytexta DYE’yê li Washingtonê ji bo piştgiriya bi Xezayê re duh bi sedan kes hatin ba hev, li ber Qesra Spî li qada ku heta cadeya 17 dirêj dibe xeleka mirovan hat çêkirin. Xwepêşanderan ku şirîtek sor hilgirtin, bi gotina ‘Xeta sor a di mijara Xezayê de’ bi serokê DYE’yê Jeo Biden bi bîr xistin. Xwepêşanderan pankartên bi nivîsa ‘Qirkirin xeta me ya sor e’ bilind kirin, heman dirûşm avêtin û der barê mijara Xezayê de bag li rêveberiya DYE’yê kirin ku piştgiriya Îsraîlê nekin û şandina çekan bidin rawestandin.

Li ber Qesra Spî kamp hat avakirin

Piştî meşê hinek xwepêşander, vegeriyan ber Qesra Spî û li wê derê kamp ava kirin. Xwepêşanderan gotin ku wê ‘protestoyên xwe yên bêdeng’ berdewam bikin. Careke din bang li rêveberiya Joe Biden kirin ku ‘xeta sor a di mijara Xezayê de pêk bîne.’ Xwepêşanderên ku li kampa konê ji dehan konan pêk tê dimînin, ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û diyar kirin ku armanca wan ew e balê bikşînin ser komkujiya li Şerîda Xezayê.

Ji bo protestokirina piştgiriya DYE’yê ya ji bo Îsraîlê û qetlîama li Xezayê, li gelek kampusên zanîngehê yên welat kon hatin vedan û bi hezaran xwendekarên DYE’yê di xwepêşandanên kampusê yên ku nêzî 6 hefte ne berdewam kirin de piştgirî dan Filistînê.