Li hemberî hişmendiya bavksalarî jin têkoşînek mezin didin meşandin

Yekemîn Konferansa Yekitiya Jinên Ermenî bi gelek axaftinan balkêş berdewam dike.

Hesekê- Konferansa Yekemîn a Jinên Ermenî li Xwaringeha Teyfûr a taxa Til Hecer bi axaftinan berdewam dike. Endama Meclisa Civaka Ermenî Arbî Kisîryan lidarxistina kongreyê wekî gaveke yekemîn di dîrokê de nîşan da û li tevahî jinan pîroz kir.

Arbî Kisîryan di axaftina xwe de wiha got: “Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jin roleke pir girîng di parastina mafên jinan û xelasiya ji koletî û bindestiyê de lîstin. Di guhertina hişmendiya civakê de kar û xebat kirin û li hemberî hişmendiya bavksalarî şer û têkoşînek mezin heya roja îro berdewam dike. Ji ber ku hişmendiyek bi hezaran salan hatiye rûniştandin. Di heman demê de jin ji her pêkhateyê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan xwe bi rêxistin dikin û bi yekitiya xwe hêza herî mezin a terorê tune kirin, li dijî hişmendiya wê şer kirin.”

“Xweparsatin hêza sereke ye “

Endama Yekitiya jinên Komunîst KKB meral Berna bal kişand ser berxwedana jinan ku tê meşandin û wiha got: “Berxwedana ku li dijî çeteyên DAIŞ ‘ê li xaka Rojava dest pê kir, li hemû cîhanê belav bû, ev berxwedan şoreşa jinên Rojava afirand. Ji ber ku yên herî zêde ji van êrîşan bi bandor bûn û rasterast bi aliyên hovane yên şer re rû bi rû mane, jin bûn. Ji ber vê yekê jinên ji bawerî û neteweyên cuda di eniyên pêş de parastina xaka Rojava kirin. Yên ku Şoreşa Rojava afirandin jî ew bûn. îro jinên ji bawerî û neteweyên cuda di nava rêveberiya xweser de xwe bi rêxistin dikin û ev jî xweparastin e jinên Ermenî baweriyên xwe çi dibe bila bibe divê di her milî de li xaka rojava û bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li li xwe derbikevin. Xweparastin hêza sereke ye ku hem wê jinan bike yek û bi rêxistin bike, hem jî bi teybetî li dijî dagirkeriyê şoreşa xwe biparêze.”

“Em heta îro hebûn, îro hene û sibê jî em ê hebin”

 Ev kongeraya ku hat lidarxistin xwedî wateyek pir dîrokî ye tolhildana qirkirina ermeniyan e ku beriya 107 salan ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirin ji dewleta tirk a qetliamker, qirker, zayendperest ji aliyê jinan bi xwe ve tê girtin. Di qirkirinê de milyonek û nîv ermenî hatin qetilkirin, bi milyonan jî hatin sirgûnkirin. Jinan berdêlên herî giran ji bo vê qirkirinê dan. Em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî û bi hev re hemû êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a faşîst û serdest a mêr têk bibin. Di dawiyê de em dixwazin bi gotina yek ji pêşengên me yên jin ên şoreşger Roza Luksembûrg dawî li gotinên xwe bînin. Em heta îro hebûn û îro hene û sibê jî em ê hebin.

Kongre bi xwendin û nîqaşên li ser sîstema hundirîn berdewam dike.