Li hemberî êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bêdengmayîn hevkariya suce
Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca têkildarî êrîşên ser Şengalê got: “Konsepta qirkirinê ya li ser Şengalê hat destpêkirin; Bêdengmayîn hevkariya suce."

Navenda Nûçeyan – Artêşa Iraqê şeva borî êrişeke berfireh li ser Şingalê da destpêkirin. Artêşa Iraqê ya ku bi çekên giran ber bi Şengalê ve diçû, rastî berxwedana Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ/YJŞ’ê hat. Artêşa Iraqê bi aliyê rêya gundê Tirbika hêzeke mezin dişîne bajarokê Sinûnê. Hate diyarkirin ku artêşa Iraqê dixwaze bi vê rêyê derbasî Şengalê bibe. Pevçûn tenê bi Sinûnê re sînordar nema. Di nava agahiyan de tê gotin ku artêşa Iraqê hêzeke mezin li bajaroka Dugurê jî kom kiriye û pevçûnên li wê despêkirine bi dijwarî dewam dikin. Li gorî agahiyan artêşa Iraqê li vir bi tankan êrîş birin li ser dibistanek anavçeyê. Di encama êrîşê de dibistan xirabû.
“Bêdengî hevkariya sûc e”
Cîgira Seroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca der barê êrîşan de daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Konsepta qirkirina hevpar a li ser Şengalê hat destnîşankirin; Bêdengmayîn bûyîna şirîkê suce."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mixabin êrîşên li dijî Êzidiyên ku heta niha 73 ferman û qetlîam li ser wan hatiye kirin û herî dawî di sala 2014’an de li pêşberî tevahiya cîhanê rastî êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê hatin, bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bi sed hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran jin û keç dîl hatin girtin. Çarenûsa 2700 jinên Êzidî yên hatine revandin, nayê zanîn.”
“Ev ragihandina konsepta qirkirinê ye û sûc e”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hikûmeta AKP’ê ji bo temamkirina qetlîamên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve nehatine qedandin, bi dehan caran êrîşên hewayî li ser wargeh, nexweşxane, meclîs û saziyên perwerdeyê yên Şengalê pêk anîn. Wêraniyên ji ber êrîşên hewayî yên li Şengalê ku heyeta me beriya demeke kurt çûbû, dît. Niha gelê Êzidî dibin hedef û dikevin ber êrîşên hêzên Iraqî. Hulusî Akar di axaftina xwe ya li Meclisê de îtiraf kir ku bi peymana di 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê da biryar hat dayîn ku îradeya li Şengalê bê tasfiyekirin. Êdî gelê Êzidî ji aliyekî ve bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji nû ve dest pê kir, ji aliyê din ve jî bi êrîşên hevpar ên Tirkiye, Iraq û PDK’ê re rû bi rû ne. Bi dîwarê ku di navbera Şengal û Rojava de hatiye lêkirin, dixwazin Êzidiyan bi fermana 74’an re ru bi ru bihêlin.”
Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê hat kirin û hat gotin, “Erka mirovahiyê ye ku li Êzidiyên ku bi salan e di bin ferman, qetîam û komkujiyan de ne xwedî derkevin. Em bang li raya giştî dikin ku dengê xwe bidin tevlî dengê gelê ku tevî hemû êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide û baweriya xwe diparêze bikin.
Jinên Şengalê: Êzidî natirsin!
Li Şengalê jinên Êzidî li dijî êrîşên artêşa Iraqê çek hilgirtin û peyama "Em ê Şengalê biparêzin. Êzidî natirsin, vê ji bîr nekin. Em ê ti carî axa xwe neterikînin" dan.