‘Li hemberî binpêkirinên li Îmralî CPT û dewleta Tirk di nav lihevkirinê de ne’

Hiqûqnas û saziyên civaka sivîl bal kişandin binpêkirina mafê hiqûqî yê li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û gotin: “CPT û dewleta tirk di nav lihevkirinekê de ne ku rewşa Rêber Apo ji parêzer, malbat û gel veşêrin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta tirk ku rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an di girtîgeha gireva Îmraliyê de girtiye, ev demeke dirêj e tecrîdeke dijwar heta mirov dikare weke tecrîdeke mutleq jî bi nav bike ferz dike. Di deme ku divê Abdullah Ocalan ku 25 salên xwe tijî kir hîn mafên xwe bidest bixe, em dibînin ku ew ji her demê zêdetir bihaneyan bikar tîne û her carê cezayekî nû bikar tîne.

Di vê derbarê de, endama Meclîsa Edaletê ya kantona Firatê Zozan Mihemed Elî nirxandinên xwe anîn ziman û behsa hîn xalên hiqûqî kir.

‘Şert û mercên Îmraliyê rûmet û mafê mirovî yê Rêber Apo binpê dike’

Zozan Mihemed Elî di despêkê de wiha got: “Doza Rêber Apo ne dozeke kesayetî ango malbatî ye, lê belê doza gel û neteweke ku bi salan zordarî jiyan kiriye. Rêber Apo ku di encama komployeke navdewletî de di 15’ê Sibata 1999’an hat revandin, binpêkirina hevpeyman û zagonên navxweyî û navdewletî bû. Bi taybet di destûrê Tirkiyê de, bendê 5 ji madeya 90’î diyar dike ger ku di navbera herdû aliyan de nakokî û nelihevkirin hebe, wê demê divê ku li şûna zagonên navxweyî hevpeymanên navdewletî werin bikar anîn. Bi taybet jî girtîgeha Îmraliyê ya ku bi kiryarên dermirovî û işkencekirina girtiyan navdar e, lewra ev yek rûmet û mafê miroviyê yê girtiyan binpê dike. Di hevpeyman û zagonên mafên mirovan yên navdewletî ên Ewropayê de madeyên wiha hene ku ji bo hîn girtiyan serbestberdana bi şert heye. Ev jî mafê hêviyê ye û bi taybet ji bo girtiyên muebed tê bikaranîn ku piştî demeke dirêj ji girtina tund, mafê wan yê derketinê heye. Mafê Hêviyê, mafê hemû girtiyên muebed e ku rojek ji rojan cezayê wan yê girtinê bi dawî bibe û ev jî di destûra Tirkiyê de gengaz e. Mixabin dewleta tirk ev yek jî ji bo Rêber Apo qedexe kiriye ku ew nikare vî mafî jî bikar bîne.”

‘Divê niha serbestberdana bi şert di rojevê de be’

Zozan Mihemed Elî bal kişand ser mafên ku niha ji bo rewşa Ocalan tên bikaranîn kir: “Mayîna Rêbertî di girtîgeha tekan e de, yekser rûmet û hestên mirovî yên girtiyan binpê dike ku ev jî sucek din li ser kiryarên dewleta tirk zêde dike. Di aliyekî din de em dibînin ku tevî hemû işkence, şert û mercên ku di Îmraliyê de tên jiyîn, heta niha tu gilî ji aliyê Rêber Apo de nehatiye pêşkêş kirin ku ev jî zagonên dewleta tirk di binpêkirina mafê girtiyan de sucdar dike. Her wiha ev tecrîda ku zêdetirî 2 salan e li ser hatiye ferzkirin ku ew nikar e malbat û parêzerên xwe bibîne û mafê xwe yê rewa yê hevtînê bikar bîne. Li rex vê yekê em dibînin bê ku belge ango delîlek hebe, bi bihaneya ku Rêber Apo pergal û dispilîna girtîgehê binpê dike cezayên dispilê lê tê ferzkirin. Ev yek jî di demeke wiha de tê kirin ku li gor serberestberdana ji girtîgehê, piştî 25 salan ji girtina kesekî ger danûstandin û dispilîna wî baş be wê demê ew dikare mafê xwe yê serberestberdana bi şert bikar bîne. Lewra ev cezayên dispilînê li pêşiya bikaranîna Rêber Apo ji vî mafî re dibe asteng.”

 ‘Divê aliyên ji edaletê bawer bi erka xwe rabin’

Hiqûqnas Zozan Mihemed Elî bang li beşên hiqûqî kir ku di pêkanîna edaletê de roal xwe bilîzin: “Ger em li gor zagon û hîn hevpeymanên din yên navdewletî biçin û bi taybet jî CPT, ger girtî dema cezayê wî ji dema salên jiyankirina jiyana wî yê mayî zêdetir bin, divê ji girtîgehê derkeve. Lê dewleta tirk di vî warî de di bin navê ku bîrdoziya Rêber Apo li ser yekîtiya welat û ewlehiya wan xeter e, her wisa bandor li ser gelê Tirkiyê û yên hawîrdor dike vê yekê pêk nayne. Li ser vê yekê em weke hiqûqnas gelek xalên ku rexne û şermezar bikin hene. Girtina Rêber Apo tu aliyên wê jî ne li gor zagon û hevpeymanên navdewletî ne, berovajî bi rengekî eşkere binpê dike. A niha temenê Rêber Apo 70 derbas kiriye, ev kesê ku di salan e di nava tecrîdê de ye mafê wî heye ku ji aliyê tendirustî de were şopandin û heta li gor rewşa wî rapor were pêşkêş kirin ku ka ew êdî dikar e di girtîgehê de bimîne yan na. Li ser vê bingehê em bang li tevahî rêxistin, dezgeh û kesên hiqûqnas dikin ku çavên li ser kiryarên li girtîgeha Îmraliyê tên jiyîn negirin û bikarbin bibin dengê edaletê.”

Li aliyekî din hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya kantona Firatê Hedle Hesen behsa aliyê siyasî û poltîkeyên bi taybet li hember Ocalan tên kirin kir.

‘Guman û fikarên me li ser pêwendiyên CPT pêş dikevin’

Hedle Hesen anî ziman ku ew êdî di nêzikatiyên CPT de bi guman in û got: “Ev 25 sal in ku Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin û hemû rêbazên işkenciyê jiyan dike. Li rex ku ew nahêlin malbat û parêzerên xwe bibîne, CPT îda dike ku dewleta tirk ji bo wan jî rewşa Rêber Apo zelal nake û raporan naşîne. CPT rêxistineke navdewletî ku erka wê şopandin û belgekirina rewşa girtiyan û işkenceya jiyan dikin, lê bi salan e ku me rola wan ya ji bo Rêber Apo nedîtiye. Lewra fikarên wiha bi me re pêş dikevin ku CPT û dewleta tirk di nava lihevkirinekê de ne ku rewşa Rêber Apo ji parêzer, malbat, gel û raya giştî veşêrin. Dewleta tirk bi van binpêkirinên hiqûqî hewil dide ku her tim Rêber Apo weke kesayeteke xeter bide nîşan dan ku bi vê tecrîdê re ew mirovahî ji wî diparêze.”

‘Mîmarê projeya alternatîf di navenda êrîşan de ye’

Hedle Hesen da diyarkirin hewildan heye ku xeteriya Ocalan ya li ser mirovî lihev bînin û got: “Ev pirojeya ku dewleta tirk bê navber hewil dide tune bike û bi tecrîdkirina mîmarê wê re bê bandor bike, roj bi roj misoger dibe û dorfereh dibe. Bi taybet jî di vê pêvajoya ku em dibînin cîhan bûye du parçeyên bingehîn û şerê desthilatdariya nû tê meşandin. Alozî û pevçûnên xwe didin der îflasa van pergalan teqez dike. Lewra berê her kesî li piroje û pergala Rêber Apo ye ku weke altirnatîf tê destgirtin. Ji bo vê jî pergala me her tim rû bi rû yê gef û êrîşan e ku di navenda wê de jî Rêber Apo ji aliyê hêzên hegemon ve tê armanc girtin. Rast e Rêber Apo fîzîkî ne di nava me de ye, lê bîrdoziya ku ji bo me pêşkêş kir wiha bû ye ku tevlîlhevî û valabûn di pergala hêzên serdest e ava kiriye.”