Li hemberî bêdengiyê sekneke bi exlaq û dilpak pêwîst e

Roza Welat li ser polîtîkayên mêtinkariyê yên hêzên desthilatdar bi sadsalan e li dijî însaniyetê dimeşînin dibêje; “Aqilê faşîst ê dewletê li ser jiyana her kesê êş û xizaniyê ferz dike, bêbertekbûyîn li dijî taybetmendiyên însaniyetê ye.”

ROZA WELAT

Bi sedsalan e hêzên desthilatdar ji bo ji bikaribin cih ji polîtîkayên xwe yên mêtinkariyê bibînin, bênavber şer derdixin. Polîtîkaya şer, li gorî pêwîstiyên xwe didomînin. Bêguman tu dewlet, bi eşkerayî nabêje “armanca min ew e ez mirovan bixim kole, mêtinkariyê li ser çavkaniyên aborî çêbikim, hêza xwe mezin bikim û cihê xwe têkûz bikim” û dest bi şer nake. Bi gotinên “aramî û ewlehî” “yekbûna welat” “berjewendiyên neteweyî” dest pê dike, armanca xwe ya esasî vedişêre û raya giştî wisa dixapîne.

Bi salan e Filistînî ji bo Îsraîlê, Kurd ji bo faşîzma TC ‘terorîst’ in!

Aliyê dewletê bi îsrar aliyê din bi awayê terorîst bi nav dike ku ev yek ji bo berjewendiya netew dewletê ye. Şervanên gel bi hêsanî bi awayî terorîst tên binavkirin. Filîstînî bi salan e ji bo Îsraîlê, hêzên azadiya Kurdan jî ji bo faşîzma TC terorîst in. Ji bo terorîstan jî her cure muamale normal tê dîtin. Tişteke din a ku tê berevajîkirin jî; tevî ku bi hezaran leşkeran li deran bi cih dike, bi tank, top, helîkopter, balafirên bi mirov û bêmirov bi kar tîne jî; ji van kiryarên xwe re nabêje şer, dibêje operasyona li dijî terorê. Di têkoşîna li dijî terorê de; kuştina sivîlan, îşkence û girtina mirovan, koçberî, texrîbata li ser xwezayê, krîzên ku civakê xistina nava xizaniyê, ji nedîtîve tên dîtin û derewandin. Navê şerê ku nêzî 38 salan e TC didomîne, “operasyonên tekoşîna bi terorê re” ye. Di van salan de dem bi dem çekên qedexekirî ango kîmyewî dihatin bikaranîn lê ji sala 2021’ê ve êdî her roj tên bikaranîn. Tevî ku ev sûc hatiye belgekirin jî ‘cîhan fermî’ bêdeng û bê bertek e.

‘Di cîhana fermî’ ango dewletan de zagonên şer hatine pênasekirin, ji bo rewşên îhlalê jî dadgehên navneteweyî hatine avakirin. Tenê ji şerê navbera dewletan re şer tê gotin, sûcên şer jî li ser vê esasê tên pênasekirin. Bi vê awayê li dijî zagonan dewlet bi aliyê ku şer dike re dibêje “terorîst” ji bo berjewendiyên xwe yên demkî ji tiştên ku dike re dibêje ‘fikarên ewlehiyê’ û ji şer re jî dibêje ‘operasyon’ bi vê yekê li holê tu sûc namîne ango bi veşartin û navguhertina kiryarên xwe ji her tiştê ku dike re navek dijberî rastiyê dibêje.

Şerê dewletan li dijî nirxên însaniyetê sûcê herî mezin in

Şerên dewletan ku di vê serdemê de bênavber ji civakan di warî aborî û siyasî de bi xwe ve girê bidin dikin; di rastiyê de li dijî nirxên însaniyetê sûcê herî mezin in. NATO’ya ku rêxistina şerê taybet e; jixwe ji bo ku sûcên dewletên endamên xwe bi awayê pergalî û bi heman fikrî, bi awayên din nîşan bide hat damezirandin.

Ev çekên ku hemû mirov dizanin sûc in, hildiberîne û difiroşe, bi kar tîne, li ba xwe dihêle û bi van çekan mirovên ku di warê aborî û siyasî de bi xwe ve girê daye; di demên nêz de li Lubnan, Filistîn, Iraq, Kurdistani Îran û Efganistanê, mirovan qetil dike, çekên kîmyewî bi kar tîne û li hemberî vê yekê tu bertek nayê nîşandan. Ji ber vê yekê di serî de endamên NATO û dewletên ku berjewendiyên wan bi hev re heye; ger mirov ji wan hêvî bike ku hiqûqa şer bi kar bînin, hem jî mirov ji wan li benda parastina nirxên mirovahiyê be qet nabe, ev xwexapandin e. Mirov nikare pişta xwe bi bertekên dewletan ên ji bo berjewendiyên xwe nîşan didin ve girê bide, ji wan çareserî û encamên baş hêvî bike.

Xwediyên hêza esasî civak in

Di vê rewşê de hiqûqa heyî; beriya pêwîstiyên civakî; berdewamkirina desthilatdariyê û qezenca wê ya domdar esas digre. Ji kesên ku hemû mafan pinpê kirine hesab napirse. Em civakên Rojhilata Navîn baş dizanin ku ji dîrokê heta îro, hebûna hiqûqê, nayê wateya hebûn û temînata azadiyê. Dîrokê nîşanî me daye ku dema mijar berjewendî bin, dewletên faşîst, bê hesab û fikar çekên kîmyewî bi kar tînin, didin bikaranîn. Lewre ev di navbera dewletan de, hem bazara herî bi kar (di rastiyê de bazara herî bi xwîn) e hem jî nîşandana hêza xwe ye. Belê ev yek çi nîşan dide; hiqûqa dewletê ketiye cihê exlaqê civakî ango encam ev e! 

Darizandin û qedexekirin, di encama bertekên civakî de pêkan bûne. Heta ku lêgerîna rastî û mafdariyê çênebe, piraniya civakên ku bûne mehkûmê jiyana xewnereşk; ango ji derveyî çend kes ango komên qirêj ên ku li ser civakê xwe ferz kirine; her kes dikare ji xwediyên van polîtîka û pêkanîn derexlaqî hesab bipirse, xwediyên hêza esasî ev civak in. Bertek û helwestên civakan ên li kolanan ji bo desthilatdariyan xewnereşk in. Herî baş desthilatdarî vê yekê dizanin û bi êrîşan nîşan didin ku li dijî wan derketina kolanan bedelek e. Lewre temenê desthilatdariyan heta ku bikaribin civakan bixapînin didome.

Bêdengî û bê tekoşînî rizgarî nîn e

Aqilê faşîst ê dewletê, jiyana hemû kesên civakê di nava êş û tunebûnê de dihêle, hînbûn û bêbertekbûna li dijî vê rewşê dijberî însaniyetê ye. Bêdengî û bê tekoşîn, civakan baş nake û rizgar nake. Ji bo ku hiqûq bikeve xizmeta exlaq ango pêkhatina edaletê; bi israra bertekên civakî ve girêdayî ye. Divê ji bo em bibêjin bila şer, kuştin, talan, koçberî û jiyana dojehî bi dawî bibe, bê dilpakî, bê exlaq û bi polîtîka jiyan nabe; heta dawiyê li kolanan dengê me bilind be. Bi derketina kolanan “qesr û seltenet hildiweşin, zulum diqede.” Dijberî vê, pejirandina jiyana bi vî rengî bêexlaqî ye. Jiyan wisa bi nirx e ku divê bi tu awayî di destên qirêj de neyê hiştin.