"Li hember hemû cure êrîşan pêdiviya jinan bi têkoşînek hevpar heye"
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên sûc û binpêkirinên li herêmên dagirkirî li dijî jinan tên kirin nirxand û da xuyakirin ku li hemberî xeta azadiya jinan, xet û siyaseteke din ku hatiye ceridandin li ser jinan tê ferzkirin loma jî pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Li seranserê cîhanê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi gelemperî tê pîrozkirin û jin di vê rojê de kêfxweşiya xwe tînin ziman. Piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, yekemîn car ev roj wekî cejn hat pîrozkirin û bi hezaran jinan piştgiriya xwe bi hev re nîşan dan. Jinên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî di sala 2018'an de ev roj wekî salên borî pîroz nakin, berovajî vê yekê di roja cîhanî ya jinan de binpêkirin li dijî jinan zêde dibin. Sedema ku ev roj êdî li van bajaran nayê pîrozkirin jî ew e ku dewleta tirk û çeteyên wê ew herêm dagir kirine û gelek zagonên ku mafên jinan ên xwezayî ji wan digrin, ferz dikin. 4 sal in rewş wiha ye sûcên dijexlaqî li dijî jinan didomin bêyî ku tu rêxistinên mafên mirovan ango sazî û dezgehên hiqûqî behsa vê yekê bikin. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lîlav Hisên axivî.
Lîlav Hisên di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li tevahî rêhevalên têkoşînê, dildarên azadiyê û jinên berxwedêr ên ku li qadan û ser piyan bûn li seranserî Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û wiha domand: "Tevî Roja Jinan a Cîhanê jî hê jin li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus, Bab û Mari û gelek navçeyên din ên di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne, rastî kiryarên xirab tên û ev sûc jî sûcên polîtîkî û sîstematîk in. Rojane tê bihîstin ku li van herêmên me anîbûn ziman bûyerên revandinê, qetilkirina bi rengekî hovane ango tecawizkirin heya tacîzkirina jinan rûdidin. Li beramberî xeta azadiyê û têkoşîna ji bo azadiya jin û civakê, li herêmên dagirkirî li dijî jinan siyaseteke din ku ji mirovahiyê û jinbûyînê hatiye ceridandin hatiye ferzkirin."
"Li herêmên dagirkirî jin nikarin derkevin derve"
Lîlav Hisên DAIŞ û dewleta tirk a dagirker ku bi hişmendiya baviksalarî dimeşin êrîşên li ser sîstema jinan zêde dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "DAIŞ’a ku bi fikra xwe ya li dijî jinan tê nasîn, li herêmên dagirkirî bi dewleta tirk a dagirker re careke din rûyê xwe yê reş ji cîhanê re da eşkere kir. Êrîşên ku tên kirin ne tenê di kesayeta jinên Kurd de lê belê li dijî hemû jinan ji hemû pêkhate, mezgeh û olan e. Bêyî teredut tecawiz û qetilkirina bi rengên pir hovane yên, çeteyên dewleta tirk bi riya van bûyeran dixwestin êrîşên li ser rêxistina jinan zêde bikin. Her wiha peyamek bidin ku li herêmên dagirkirî dê çarenûsa jinan tenê li mal û di nava çar dîwaran de be. Zagonên hişk li ser jinan tên ferzkirin wekî nederketina wê ji malê, ferzkirina çarşefa reş li ser rûyê jinan ê xweşik, qedexekirina mafên jinan ên xwezayî ku nahilin biçin mala cîranên xwe û bi wan re bikevin nîqaşan ango suhbetê bikin. Her wiha di bin navê îslamê de dixwazin siyaseta xwe li ser jinê bidin meşandin. Wekî ku bêjin tenê ji mafên mêran e ku bijîn û hemû tiştên bi dilê xwe bikin. Cilên ku DAIŞ li ser jinên Êzidiyên Şengalê ferz kirin, heman tişt li herêmên dagirkirî dibe."
"Şandeyên ku tên herêmê balê dikşînin ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî"
Lîlav Hisên da zanîn ku şandeyên jinan ên derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, bala wan dikşînin ser sûcên ku li herêmên dagirkirî li ser jinan pêk tên dikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Şandeyên ku ji rêxistinên jinan, hiqûqnas û çalakvanên jin ên siyasetmedar ên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, dixwazin li ser şoreşa jinan destanan binivîsînin. Di nava vê mijarê de jî em behsa jinên ku li herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus û Babê ku her kêlî rastî bûyerên hovane tên dikin û dixin rojeva wan. Her wiha di çalakiyên ku em li dar dixin de balê dikşînin ser van krîzên ku jin di herêmên dagirkirî de rastî wan tên."
"Em ê hejmara jinên hatine qetilkirin û rastî tecawizê hatine ji NY’ê re ragihînin"
Lîlav Hisên da payin ku di civîna salane ya Kongreya Star de plansaziyek der barê jinên hatine qetilkirin û tecawizkirin de hatiye derxistin û wiha pêde çû: "Di civîna salane ya Kongreya Star de hat plankirin ku jinên hatine qetilkirin û tecawizkirin li herêmên dagirkirî û giştî Sûriyeyê serjimarek were derxistin. Paşê komek ji rêxistinên jinan ne tenê Kongreya Star tevahî rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya jinan têdikoşin dê lîsteyek çêbikin û ji NY were pêşkêşkirin û hevdîtin werin kirin. Dibe ku şandeyek ji rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî herêmên dagirkirî bibe, di aliyê wê yê siyasî de zehmet be jî. Lê tişta ku em dikarin bikin ew e, serjimariya ku were derxistin radestî rêxistinên mafên jinan ên li derve bikin û bi riya wan ancax komîteyek derbasî herêmên dagirkirî bibe û rewşa jinan ji nêz ve were şopandin û çareseriyek were peydakirin."