Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin

Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya girêdayî Rêveberiya Xweser Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin.

Navenda Nûçeyan- Li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ya girêdayî Rêveberiya Xweser Weqfa Jina azad a Sûriyeyê hate vekirin. Hejmarek zêde kes beşdarî vekirinê bûn. Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Malîka Hesaf axivî û diyarkir ku di sala 2014’an de biryara vekirina vê navendê dabûn lê belê niha hate vekirin û got: “Armanca me ji vekirina vê navendê ew e ku em xwe bighînin hemû jinên ji hemû pêkhateyan ku em wan di milê zanistî, tendirûstî ,aborî de bi pêş bixin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Verjîn Mihemed da zanîn ku tevî dorpêça heyî dîsa wan bi israrin  xwe bigihînin tevahî jinan û ev tişt got:

“Hikûmeta Şamê ambargo daniye ser Taxa Şêxmeqsûd. Lê tevî astengiyan me bi jinan re xebitî, hewl da û mê vê pêkanî. Me ji tunebûnê heyî avakir û li vir em ê her li pişt jinan bin û ji bo pêşxistina wan zêdetir kar û xebatan bikin."