Li Helebê panela ciwanan: Xwedîderketina li axa welat rûmet e

Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), li bajarê Helebê panelek bi sernavê "Xwedîderketina li axa welat rûmet e" li dar xist. Di panelê de berpirsyariyên ciwanan a di parastina nasname û hebûna xwe de hatin nîqaşkirin.

Heleb – Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), li bajarê Helebê panelek bi sernavê "Xwedîderketina li axa welat rûmet e" li dar xist. Panel, li Hola Lêlûn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê, bi tevlîbûna ciwanên ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji aliyê rêveberê Meclisa Ciwanan a PYD`ê ve axaftina vekirinê hate kirin. Piştre, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Ciwanên PYD`ê Reşa Ebdo û bi zimanê Erebî ji aliyê endamê PYD`ê Ehmed Ebdo ve hate xwendin.

Di peyamê de hate destnîşan kirin ku divê ciwan vegerin welatên xwe û bi parastina çanda xwe jiyanek bi rûmet ava bikin.

Panel, piştî xwendina peyamê, bi gotûbêjên di navbera ciwanan de berdewam kir.  Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salî Oso, diyar kir ku koçberiyê bandorek neyînî li ser ciwanan dike, ciwan bi şêwazên cuda tên kedxwarî kirin û ji derfeta jiyankirina çanda xwe bêpar dimînin.

Endama Partiya Neteweyî a Civakî ya Sûriyeyê- Întifada, Seher Zêna jî diyar kir ku dûrketina ji welat dibe sedema windakirina resenî û dîroka xwe.Seher Zêna, da zanîn kir ku pêvajoya avakirina welat dikeve ser milê ciwanan û got, divê ciwan enerjiya xwe ji bo pêxistina welêt û parastina nasname û hebûnê bi kar bînin.

Di dawiya panelê de, banga li hemû ciwanan hate kirin ku koçberiyê rawestînin, li welatê xwe bimînin û nasname û hebûna xwe biparêzin.