Li Helebê mafên jinan a di îslamê de hate nîqaşkirin
Meclisa Olî ya Jinan û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, li bajarê Helebê panelek li dar xist. Di panelê de rola jinê ya di pêveçûna civakî de û girîngiriya naskirina mafên jinan hate nîqaşkirin.
Heleb – Îro ji aliyê Meclisa Olî ya Jinan û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ve bi dirûşmeya "Rêzgirtina Jinan di îslamê de, têkoşîna gerdûnî ji bo îspatkirina hebûnê" paneleke diyalogê li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin.
Panel, ji aliyê Berdevka Rêxistina Sara Emel Îsmaîl ve hate birêvebirin. Di panelê de du mijarên serekê hat nîqaşkirin.
Mafên jinan, wekhevî û rêzgirtina wan di îslama rastîn de
Mijara yekemîn a bi navê "Mafên jinan, wekhevî û rêzgirtina wan di îslama rastîn de" ji aliyê endama rêveber a Meclisa Olî ya Jinan Nesrîn Îbrahîm ve hat şîrovekirin.
Nesrîn Îbrahîm, behsa pêwîstiya rêzgirtina jinan ji aliyê mirovî û rûmetê ve heye, li kêlek wê jî behsa mafên jinan weke mafên olî û ruhî, perwerdehî û hilbijartina hevjînê, mafên darayî û aborî kir
Têkoşîna gerdûnî ya ji bo îsbatkirina hebûnê heta qeyrana xwekuştinê
Mijara duyemîn a bi navê "têkoşîna gerdûnî ya ji bo îsbatkirina hebûnê heya qeyrana xwekuştinê" ji aliyê endama Rêxistina Sara Zeyneb Dîko ve hat şîrovekirin.
Di mijarê de behsa pêwîstiya temsîlkirina adilane ya jinan di hemû warên jiyanê, siyasî, aborî, leşkerî, ragihandinî û hunerî de hat kirin ku cihê xwe yê pêşeng û fermandarî di dîroka jinê de vegerîne.
Li kêlek wê jî behsa sedemên xwekuştina yekser a jinan di vê serdemê de hat kirin û hat gotin ku zextên civakî û aborî, nebûna hişmendiyê û tênegihîştina mafên jinan û nezanîna zirarên tundiyê hemû cureyên wê dihêlin xwekuştin çêbibe.
‘Pêdiviya bi analîzekirina dîrokê heye’
Girêdayî mijarê, beşdaran nîqaşên xwe kirin. Endama Mala Jinê Zeyneb Xelîl, diyar kir ku sedema sereke ya bandorên rêgezên civakî û jin xwe bikujin hewcedarî bi analîzekirina dîrokê heye. Zeyneb Xelîl, destnîşan kir ku dema li dîroka Îslamê ya rastîn a beriya guhertina wê ji hêla rejîman ve bê vegerandinê wê bê dîtin ku jin, maf û nasnameya wê hatiye parastin.
‘HTŞ’ê jinan li derveyî pergalê dihêle û paşguh dike’
Endama rêveber a Meclisa Şehîd Şîlan a girêdayî Kongra Star Meys Şaşo, diyar kir ku ola îslama rastîn xebata li ser rêzgirtina jinan kir, lê piştre jin hatin paşguhkirin û fikra tundrawî weke DAIŞˊê hat belavkirin.
Meys Şaşo, fikra ku rêveberiya demkî ua Sûriyeyê dişopîne û jinan li derveyî pergalê dihêle û paşguh dike rexne kir.
Panel bi nêrîna jinan a pêwîstiya berdewamkirina têkoşînê heta misogeriya mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de û xebata xurtkirina beşdariya wan a aktîv di proseya biryardanê de, bi dawî bû.