Li helebê jinek û 2 zarokên xwe di malê de qetilkirî hatin dîtin
Li taxa Eşrefiyê ya Bajarê Helebê jinek û du zarokên xwe qetilkirî di malê de hatin dîtin.
Heleb- Îro di seatên sibehê de li kuçeya navmalî ya taxa Eşrefiyê a bajarê Helebê jinek bi du zarokên xwe ve qetilkirî di malê de hatin dîtin.
Heta niha têkildarî bûyerê ti agahî nehatine bidestxistin û nasameya kesên hatine qetilkirin jî ne diyarin.
Lêpirsîn derbarê bûyerê de hatiye despêkirin.