Li Helebê ji bo Efrînê şevbirka helbestê

Yektîtiya Rewşembîrên Helebê şevbuhêrgek helbestî ji bo Efrînê di bin navê "Efrîna bi rûmet" li taxa Şêx Meqsûd li darxistin.

Heleb- Yekîtiya Rewşembîrên bajarê Helebê ji bo Efrîna dagirkirî şevbuhêrgek helbestî bi tevlîbûna bi dehan helbestvanên ku helbest li ser Efrînê nivîsandine, endamên sazî û dezgehên sivîl li jêrzemîna Yasîn a li taxa Şêx Meqsûdê lidarxist. Hola şevbirgê bi wêneyên Efrînê û şaxên zeytûna hatibû xemlandin. Şevbirg bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azayê despêkir, piştre helbestvanan helbestê xwe xwendin.
"Helbestvanên Efrînê bi riya tîpên xwe êşa xwe şîrove dikin"
Rêveberiya Yekîtiya Rewşembîran a bajarê Helebê Leyla Xalêd axivî û wiha got: "Roja dagirkirna Efrînê rojeke reş û tarî ye. Bi hezaran sivîl bûn qurbanî. Lê gelê me ti carî dev ji berxwedaniya xwe bernade û heya roja îro jî tevî şert û mercên dijwar li Şehbayê berxwedanî tê meşandin. Em berxwedaniya gelê Efrînê pîroz dibînin. Em ê her tim din nava çalakiyan de bin. Hemû helbestvanên Efrînê cihê xwe di şevbirga me de digrin. Her helbestvanek bi riya tîp û hevokên xwe êşa xwe didin şîrove kirin." 
"Di nava helbestên min de hêviya vegerê heye"
Endama Yekîtiya Rewşenbîran, helbestvan Sozdil Nebo anî ziman ku beşdarbûna wan ne tenê xwendina helbestan e û wiha pê de çû: "Armanca min û hevalên min ew e ku em îsbat bikin ku gelê Efrînê heye ji helbestvanên wê bigre heya zarok û rewşenbîrên wê. Du tişt di dile me de hene yek hêvî ye û ya din jî veger e. Helbestên min li ser vegera Efrînê ye di nava helbestê min de diyare ku hêviya vegerê û îsbatkirina gelê Efrînê heye. Kes nikare li hember me bibe asteng û armancên me têk bibe."