Li Gurcistanê erêkirina zagona ‘Bandora biyanî’

Serokê parlamantoya Gurcistanê Şalva Papuaşvili tevî protestoyan zagona ‘bandora biyanî’ ya nîqaşê erê kir. Tê diyarkirin ku bi zagonê, tê hedefkirin dengên rexnegirên beriya hilbijartinê bêdeng bikin.

Navenda Nûçeyan- Li Gurcistanê pêşnûmeya ‘bandora biyanî’ ku  fikarên beramberî hedefa azadiya ragihandinê û endamtiya Yekitiya Ewropayê ku rê li ber protestoyan vedike ji aliyê serokkomar Salpme Zurabişvili ve hat vetokirin ji parlamentoyê derbas bû. Serokê parlamentoya Gurcistanê Şalva Papuaşvili bi hinceta ku zagona ‘bandora biyanî’ gefê li azadiya ragihandinê dixwe û hedefên Gurcistan ya YE’yê dixe metirsiyê rê li ber protestoyên bi hefteyan berdewam bike îmze kir.

Zagona mijara gotinê, wisa dike ku saziyên ragihandinê, saziyên civaka sivîl û sazyên din ên armanca wan sûda, ji sedî 20’ fonan zêdetir e di halê ji derveyî welat hatin de ‘berjewendiyên hêzeke biyanî çavdêr dike’ weke pêkanînên qeydan neçar dike.

Di navbera serokkomar Salome Zurabişvili û partiya desthilatdar her ku diçe vedibe. Pêşnûmeya ku wê pêşeroja welat bixe xeterê û azadî û demokrasiya Gurcistanê di riya bibe parçeyek ji cîhanê asteng dike de veto kiribû. Hikumet jî diparêze ku zagon nifûsa 3,7 miyon a welat hewl dide bê îstîqrar bike ji bo bandora ‘aktorên biyanî yên bi zirar’ were astengkirin pêwîst e.

Armanc birandina dengê rexnegiran e

Hejmarek zêde ya rojnamevanên Gurcî û aktivîst, diyar dikin ku armanca bingehîn a pêşnûmeyê qutkirina dengên rexnegir ên ku beriya hilbijartina parlamentoyê ku wê di meha Cotmehê de were kirin e. Tê îfadekirin ku di civakê de pêşnûmeya ‘bandora biyanî’ ya weke pêşnûmeya ‘ajana biyanî’ tê zanîn ji bo astengkirina mezinbûna Gurcistan bi YE’yê û Rojava re ji aliyê Moskovê ve hatiye bibandorkirin.