“Li gorî pêvajoyê pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye”

Parlementera Iraqê Bilêse Cebar Ferman li ser kombûna Iraq, Urdun û Misrê li Bexdayê û di vê pêvajoyê de hesabên li ser Kurdan nirxandin kir û da zanîn ku li hemberî rewşa heyî pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye.

Navenda Nuçeyan - Di 28’ê Hezîranê de li Paytexta Îraqê Bexdayê Lutkeya sê alî ya welatê Iraq, Urdun û Misir hate li darxistin. Serokwezîrê Îraqê Mistafa Kazimî di tiwiterekê de da zanîn ku Bexdaya aştî û erebî pêşwaziya mêhvanan dike.

Di vê derbarê de endama Parlemena Îraqê Bilêse Cebar Ferman di tora civakî ya facebooka xwe de wiha nivisand: “Nabe Kurd bi du kelimeyên Kurdî were xapandin ku Kazimî vê dizane. Ev gotina ku Kazimî kiriye eve ne cara yekê ye wisan dike. Îraq welatek ku sînorên wê yê parastinê tuneye pirsgirêkên navxweyî, qeyrana aborî û nakokiyên bi vî awayî pirsgirêkan zêdetir dike. Her çiqasî Bexda hewla komkirina Ereban dike, divê di demek nêz de rêveberên Kurdan kom bibin pilan û stratejiyên nû danin. Li gor nêrîna min divê her di dawiya kombûna rêveberên Başûrê Kurdistanê de kar ji bo li darxistina kongereya Netweyî ya Kurdan were kirin. Divê Kurd bi du kelimeyên Kurdî cardin neyê xapandin.”