Li girtîgehên Îzmîrê 934 binpêkirinên mafan hatin tesbîtkirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, di rapora xwe ya dawî de ragihand ku di sala 2023’an de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne.

Îzmîr- Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora xwe ya “Di sala 2023’yan de binpêkirinên mafan ên girtîgehan” bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir.

Rapor, bi agahiyên hevdîtinên girtiyên di girtîgehên li Îzmîr, Manîsa, Aydin, Denîzli, Balikesir ên xizmên girtiyan, hevdîtinên saziyên têkildar, hevdîtin û serdanên komeleyê hatiye amadekirin. Rapor ji aliyê hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş û endamê Komîsyona Girtîgehan Ahmet Çîçek ve hat parvekirin. 

Zîlan Gumuş destnîşan kir ku di sala 2023’yan de binpêkirinên mafan gihîştine asta herî jor û bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya Ocalan. Zîlan Gumuş îşaret li raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên der barê girtiyên nexweş de tên dayîn kir û wiha got: “Di biryarên ATK’ê de ji derveyî zanistê û alîgirî tê nîqaşkirin. Tevî raporên berdanê yên nexweşxaneyên baş, berdana gelek girtiyên nexweş bi hincetên siyasî tê astengkirin. Ji ber vê yekê divê biryarên nexweşxaneyên baş esas werin girtin.”

‘Bila şert û mercên girtîgehan werin başkirin’

Zîlan Gumuş diyar kir ku sepanên di Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind (YGC) û Tîpên S de girantir bûne û axafttina xwe wiha domand: “Ev girtîgeh cihên ku mafên mirovan bi temamî hatine binpêkirin in. Divê demildest werin girtin. Dema ev hemû binpêkirin li ber çavan tên girtin feraseta ku girtî wek mirovan nagire dest, sepanên keyfî, nêzikatiyên derveyî exlaq, astengiyên burokrasiyê û nêzîkatiyên derveyî mirovahiyê xwe didin der. Daxwaza me ew e ku şert û mercên girtîgehan werin başkirin û binpêkirinên mafan ji holê werin rakirin.”

Endamê Komîsyona Girtîgehan Ahmet Çîçek piştre li ser 934 binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de rû dane sekinî û ev agahî parve kirin:

* Lêgerîna tazî: 5

* Tundiya derûnî: 4

* Gef û biçûkxistin: 14

* Tecrîd: 47

* Kelebçeya bi pişt ve: 2

* Ferzkirina lêgerîna dev: 22

* Ferzkirina lêgerîna tazî ya ziyaretvanan: 5

* Tundiya fizîkî: 13

* Astengkirina aktîvîteyên civakî: 50

* Piştguhkirina pêdiviyên sereke: 18

* Di qawîşan de ferzkirina kamerayan: 6

* Sirgunkirin: 26

* Redkirina daxwaza sewqkirinê: 19

* Binpêkirina mafê parastina zimanê zikmakî: 5

* Binpêkirina name, pirtûk û rojnameyan: 63

* Astengiya ragihandinê: 42

* Teslîmnekirina pirtûkên bi kurdî: 10

* Tedawînekirina li nexweşxaneyê: 7

* Pêkneanîna sewqên nexweşxaneyan: 47

* Astengiya dermankirinê: 38

* Girtiyên nexweş: 49

* Girtiyên di greva birçîbûnê de : 46

* Nedayîna vîtamînên girtiyên di greva birçîbûnê de: 11

* Astengkirina daxwaznameyên ji sazî/dadgahan re tên şandin: 58

* Mirina biguman: 4

* Bi girtiyên din re derxistina hewadariyê /gefa ewlehiya can: 29

* Girtiyên di qezayên trafîkê de birîndar bûne: 7

* Astenkirina berdana girtiyên nexweş: 1

* Mirina girtiyên nexweş: 1

* Şewitandina înfazê, astengkirina mafê berdana bi venêrîn/cezayê dîsiplînê: 50

* Cezayê hucreyê: 32

* Bêalînebûna Lijneya Îdare û Çavdêriyê: 8

* Bihabûna bihayê tişt û xurekên li kantînê tên firotin: 13

* Astengkirina bikaranîna pereyê ji bo kantînê hatiye razandin: 13

* Di odeya yekkesî de ragirtin: 5

* Paqijnegirtina derdorê: 14

* Bi ser kapasîteya kawîşê de girtiyan girtin: 67

* Redkirina daxwaza qawişê ya ji ber sedemên tenduristî: 2

* Kêmbûna hewadariyê: 3

* Ferzkirina jimartina li ser piyan: 2

* Lêgerîna qawîşê/texrîbkirina tiştên girtiyan: 61

* Bihabûna fatûreyên cereyanê: 15”