Li girtîgehan binpêkirin sîstematîk bûne: Xwarin û ava pêwîst nayê dayîn
Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma bal kişand ku binpêkirinên li girtîgehan zêde bûne û hatiye halê sîstematîk û got: “Binpêkirin gihîştiye asta îşkenceyê.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Encama rapora ku ji bo 5 girtîgehên herêmê ji aliyê baroya Amedê, ÎHD, OHD û TUAY-DER ve hat amadekirin bi raya giştî re hat parvekirin. Li girtîgehên Erzingan, Erzirom, Amed, Meletî û Xarpêtê, di hevdîtinên bi hejmarek zêde ya girtiyan re hatin kirin de binpêkirin û bêhiqûqiya ku li girtîgehan tê jiyîn bi awayekî eşkere nîşan didin. Bi taybetî pirsgirêkên ku jinên girtî dijîn bê çareserî tên hiştin, hat zanîn ku jinên girtî di ketin û derketina girtîgehê de bi ferzkirina lêgerîna tazî re rûbirû dimînin. Hat diyarkirin ku sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û odeyên wan dem bi dem tên lêgerînkirin û pêkanîna kelebçeyên cot xistine dewrê, av û xwarina pêwîst nadin girtiyan.
Di girtîgehên jinan de îşkence sîstematîk bûye!
Di raporê de yek bi yek behsa binpêkirinên li girtîgehan tên jiyin tê kirin, tê gotin ku li hemû girtîgehan pirsgirêkên ku jinên girtî dijîn heman in. Her wiha hat destnîşankirin ku li girtîgehên jinan ên li Amed, Erzirom û Erzinganê dema ku girtî pirsgirêkên xwe tînin ziman cezayên disiplînê digrin, dest datînin ser pirtûk û berhemên kirtasiyeyê. Li girtîgeha jinan a Erzinganê de girtiyek ku Tirkî nizanibû, hat zanîn ku pirsa ‘Çima tu Tirkî nizanî? Çima tu fêr nebûyî’ pirsîne, li girtîgeha jinan a Amedê nameyên ku ji girtiyan re tên şandin û yên ku wan şandine tên sansurkirin.
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma der barê binpêkirinan de diyar kir ku riyên hiqûqî bêencam tên hiştin, destnîşan kir ku binpêkirin ne tenê li hemberî girtiyan, li hemberî xizmên girtiyan jî tên kirin.
‘Xwarin û ava pêwîst nadin girtiyan’
Yeter Erel Tuma da zanîn ku hem jin û hem jî girtiyên di girtîgehên din de bi her awayî rastî binpêkirinên mafê jiyanê tên û wiha got: “Li girtîgeha Amedê dema girtî diçin nexweşxaneyê û tên rastî ferzkirina lêgerîna tazî tên. Qawîşên girtiyan di hefteyê de du rojan bi awayekî derhiqûqî tên lêgerînkirin û bêyî ku sedemê nîşan bidin dest datînin ser tiştên girtiyan. Em hîn bûn ku ava paqij nadin girtiyan, xwarinê kêm didin wan. Ew xwarina ku tê dayîn mixabin ne paqij e. Li Erzinganê girtiyên jin ji ber ferzkirina lêgerîna bê ser û ber qebûl nakin, 6 mehan naçin nexweşxaneyê. Hem di xwarin, vexwarin, çûyîna nexweşxaneyê û hem jî di derketina ba hev de binpêkirinên cidî tên jiyin. Dema em mêze dikin dibînin ku ev binpêkirin ji girtîgehên din ne cuda ne.”
‘Name tên sansurkirin û wisa didin girtiyan’
Yeter Erel Tuma anî ziman ku binpêkirin gihîştiye asta tecrîdê û wiha domand: “Dema em lê mêze dikin, name bi mehan tên rawestandin an jî nayên dayîn. Nameyên ji girtiyan re tên şandin, tên sansurkirin. Naxwazin girtî nefes bigrin. Dema dixwazin biçin nexweşxaneyê wan nabin, di lêgerînên qawişan de heta mûçingên jinan jî jê wan digrin. Ev binpêkirin êdî hatine rewşeke wisa ku bûye weke îşkenceyê. Bi taybetî der barê girtiyên nexweş de îdare nêzikatiyên dermirovî yên îdareyê û personelên wê hene. Dermankirina girtiyan bi awayê kêfî tê astengkirin. Înfazên girtiyan bi sedemên biçûk û kêfî tên paşxistin.”
Yeter Erel Tuma destîşan kir ku malbatên girtiyan jî bi heman awayî rastî binpêkirinan tên û bal kişand ku ji bo tiştên ten jiyîn neyên bihîstin, çalakiyên ku dayikên girtiyan dixwazin bikin tên astengkirin. Yeter Erel Tuma da zanîn ku bi taybetî ji bo binpêkirinên li hemberî girtiyên siyasî bi dawî bibin divê Wezareta Edaletê bikeve tevgerê û got: “Daxwaza malbat û girtiyan bi dawîbûna vê bêhiqûqiyê ye.”
‘Dixwazin gel sê meymûnan bilîze’
Yeter Erel Tuma di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ji agahiyên ku ji malbatên girtiyan tên, em dikarin bibêjin herî zêde gilî ji îdareyê ye û hem li ser malbat û hem jî li ser girtiyan muameleya xirab û heqaret heye. Tundiya fizîkî di nava binpêkirinên tên jiyîn de ye. Ji derveyî vê, tu daxwaza girtiyan nayê qebûlkirin. Serlêdanên girtiyên nexweş ji bo nexweşxane û revîrê tên taloqkirin û daxwazên wan ên ji bo sewqa girtîgehê bi tu awayî nayên bersivandin. Weke komele me bi hefteyan li ber girtîgehê çalakî li dar xist. Bi dawîkirina tecrîdê û hem jî bi dawîkirina binpêkirinan, daxwazên me yên herî bingehîn bûn. Dayikên ku bi vê daxwazê hatin ba hev, dem bi dem dihatin astengkirin. Bi vî awayî dixwestin binpêkirinên li girtîgehan neyên dîtin. Dixwazin kes îşkenceya heyî nebihîse û kes tiştekî nebêje.”