Li girtîgeha Meşhedê ya Wekîlabadê 350 girtî di greva birçîbûnê de ne
Dû raporên ku ragihandin girtiyekî siyasî li girtîgeha “Wekîlabad” a Meşhedê rastî lêdaneke giran hatiye, dan zanîn ku nêzî 350 girtiyên ku di beşa karantînayê ya vê girtîgehê de tên ragirtin, dest bi greva birçîbûnê kirine.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê medyayên mafên mirovan ve hatine weşandin, nêzî 350 girtiyên li beşa karantînayê ya Girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê de dimînin, ji roja Çarşemê 1’ê Tîrmehê û vir ve bi redkirina xwarinê dest bi greva birçîbûnê kirine. Ev çalakî wekî nerazîbûnek li dijî tiştê ku girtî wekî “pêkanîna xirab a gardiyanan û şert û mercên nemirovî yên ragirtinê” bi nav dikin, hatiye destpêkirin.
Çavkaniyan ragihandin ku çirûska vê nerazîbûnê piştî lêdana giran a girtiyekî siyasî ji aliyê gardiyanên ewlehiyê û berpirsên qewşan ve hat vêxistin; girtiyê ku li gorî van çavkaniyan, bi tohmeta “bêhurmetiya li hemberî gardiyanan” rastî tundiyê hatiye.
Raporên li ser lêdana giran a girtiyek siyasî
Li gorî daneyên ku şahidan îfade kirine, giraniya lêdanê di astekê de bûye ku ew girtî ji kontrolkirina mîz û kapiya xwe (îdrar û mefûz) ketiye. Belavbûna vê nûçeyê rastî bertekên girtiyên din hat û bi sedan ji wan, wekî nerazîbûna li dijî vê pêkanînê, xwarina nîvro ya roja 1’ê Tîrmehê red kirin. Li gorî agahiyên hatine weşandin, greva birçîbûnê roja pêncşemê 2’ê Tîrmehê jî berdewam kiriye û girtiyan ji bilî nîvro, xwarina sibehê jî red kirine.
Vegotina girtiyan ji şert û mercên ‘êşkenceyê’ yên beşa karantînayê
Girtî, beşa karantînayê ya Girtîgeha Wekîlabadê wekî yek ji xerabtirîn beşên vê girtîgehê ji bo ragirtina girtiyên siyasî pênase dikin. Li gorî gotina wan, nebûna hewayeke guncav, qirêjiya dengî ya berdewam, bêhna xirab a destşoyan, her dem pêxistina çirayên pirronahî û hebûna wendabendan (wekîlbendan) ku hinek ji wan ji nav sûcdarên tawanên giran hatine hilbijartin, şert û merceke afirandiye ku ji nêrîna girtiyan ve mînaka pêkanînên nemirovî û êşkenceyê ye.
Çalakvanên mafên mirovan jî berê gelek caran hişyarî dabûn ser rewşa beşên karantînayê û awayê pêkanîna li gel girtiyan di hin girtîgehên Îranê de û daxwaza pabendbûna bi pîvanên navdewletî di muameleya li gel girtiyan de kiribûn.
Daxwaza destwerdana saziyên navdewletî
Komek ji girtiyên siyasî ku di pêwendiyên kurt û sînordar de ligel malbatên xwe karibûne agahiyan bidin, daxwaz ji saziyên navdewletî yên mafên mirovan kirine ku bi lezgînî rewşa beşa karantînayê ya Girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê lêkolîn bikin.
Di demekê ku rapor behsa berdewamiya greva birçîbûnê û xirabbûna rewşa girtiyan dikin de, rayedarên berpirs heta niha li hember van raporan û îdîayên derbarê lêdana girtiyan û şert û mercên ragirtinê yên li beşa karantînayê ya Girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê de, tu bertekeke fermî nîşan nedane.