‘Li girtîgeha Karçakê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan’
Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê, ragihand ku ji destpêka salê ve 23 jin li girtîgeha Karçakê jiyana xwe ji dest dane û jinên ku li berxwe didin jî bi gef û heqaretan re rû bi rû dimînin.
Navenda Nûçeyan – Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê li ser rewşa jinên di girtîgeha Karçakê de raporek weşand.
‘23 jin li girtîgeha Karçakê jiyana xwe ji dest dan’
Di raporê de hate diyarkirin ku ji destpêka salê ve 23 jin li girtîgeha Karçakê jiyana xwe ji dest dane û nav û sedema mirina wan nehatine eşkerekirin. Hate destnîşankirin ku piraniya mirinan ji ber nebûna tedawiya pêwîst û nedabînkirina xizmetgûzariya tenduristiyê rû dane.
Hate ragihand ku di nav girtîgeha Karçakê de hejmarek jinên ku bi nexweşiya kanserê ketîn hene ku li gorî tedbîrên dixtor divê ji bo nexweşxaneyê werin şandin, lê dadwer û rayedarên girtîgehê rêgirî li derxistina destûrê dikin.
‘Jinên di girtîgehê bi gef, heqaret û îşkenceyê re rû bi rû dimînin’
Di dewama rapora Komîsyonê de wiha hate gotin: “Jinên di girtîgehê de ji ber ku li dijî şert û mercên heyî nerazîbûn nîşan didin, bi gef, heqaret û îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Beramberî wê girtiyên jin jî greva birçîbûnê tekane rê dibînin. Li gel vê tevî mafê azadbûnê yê bi sedan jinan heye jî lê di girtîgehê de têne ragirtin û cîgirê dadwerê girtîgehê rê li ber berdana wan digire.”
Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê banga girtina tedbîrên bilez, şandina nûnerekî serbixwe yê mafên mirovan û hesabpirsîna ji aliyên peywendîdar li saziyên navneteweyî kir.
Hêjayî gotinêye ku girtîgeha Karçakê yek ji girtîgehên herî mezin ên bajarê Tehranê ye. Ev girtîgeh dikeve rojhilatê Tehranê ku sûcdarên cur be cur yên ji sûcên kuştin, çekdarî, bazirganiya madeyên hişber tê de hene. Girtîgeha Karçakê bûye çalek ya mirina girtiyên jin.
Nimûneya tecawiza bipergalî
Di 19’ê Tebaxê de Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê, girtîgehên Îranê wekî ‘nimûneya tecawiza bipergalî’ bi nav kir û bal kişand ser nebûna ava paqij, xizmetên tenduristiyê, êşkenceya derûnî û şîdeta ji aliyê rayedaran ve û daxwaza baldariya bijîşkî ya tavilê û çavdêriya navneteweyî ya rewşa girtiyan kir.