Li girtîgeha jinan tenê rojê du saet avê berdidin

Hat hînbûn ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ji girtiyan re rojê tenê 2 saetan av tê dayîn, dema ku av tê dayîn jî saetên şevê ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Lii girtîgehên ku bi girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan di rojevê de ne, girtî ji gelek mafan bêpar tên hiştin. Girtî li gelek girtîgehan ji ber binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê dikin, di peyamên ku bi riya malbatên xwe dişînin de bang li parêzvanên mafên mirovan dikin ku çareseriyek bibînin.

Girtî ji ber qutkirina avê neçar dimînin firaqan tije av bikin

Hat hînbûn ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ku yek ji girtîgehên zilm lê tê jiyîn e, ev mehek e tenê rojê 2 saet ji girtiyan re av tê dayîn. Li gorî agahiyên ku girtiyan bi riya malbatên xwe ji me re şandin, hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê rojê tenê 2 saetan avê berdide û di vê heyamê de jî av tê qutkirin. Hate hînbûn girtiyên ku ji ber qutbûn û kêmasiya avê di pêkanîna pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyan dikşînin, ji bo çareseriya vê yekê jî bîdonan tije av dikin.

“Em ê li ser vê mijarê rawestin

Ji bilî agahiyên ku xizmên girtiyan dane, Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Gozde Engîn diyar kir ku di hevdîtina rojên borî bi muwekîla xwe re pêk anî de pirsgirêkên tên jiyîn jê re hatinê vegotin, da zanîn ku qutkirina avê pirsgirêkên pir cidî yên hîjyenê bi xwe re tîne. Gozde Engîn da zanîn ku girtiyên jin der barê pirsgirêkên di pêvajoya dawî de tên jiyîn de, nameyek ji komeleya wan re şandine, destnîşan kir ku wek komele dê şopdarên pêvajoyê bin û bi saziyên sivîl re hevkariyê bikin.

"Du roj li pey hev av nehatiye dayîn”

Gozde Engîn ji bilî serlêdanên ku girtine, der barê qutkirina avê ya li girtîgehan de ev agahî parve kirin: “Muwekîlên me gotin, her çend havîn e û pêwîstî bi avê heye jî hem ava normal hem jî ya germ pir hindik tê dayîn, bi awayê ku pêwîstiyên rojane nayên pêkanîn tê dayîn. Ji girtiyên jin re rojê tenê du saetan av tê dayîn. Jinan di vê pêvajoyê de du roj li pey hev av negirtine û dema vê yekê ji rêveberiya girtîgehê re gotine bersiva “Me avê di navbera saetên 2 û 4’ê şevê de de daye.” Ji bo girtiyan re gelek caran saetên ku av tê dayîn jî nayê gotin.

“Der barê girtîgehan de berpirsyariya dewletê ya bingehîn heye”

Gozde Engîn da zanîn ku tevî hê şewb bi dawî nebûye jî qutkirina avê mafê tenduristiyê binpê dike, der barê pirsgirêka tê jiyîn de bang li hemû raya giştî kir ku hestiyar bin. Gozde Engîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji xeynî vê ava germ jî rojê tenê saetek av tê dayîn. Muwekîlên me ji bo serşûştinê li benda avê ne dikevin rêzê. Girtî ji ber vê sînordarkirinê di nava pirsgirêkên pir cidî ya avê de ne. Ji pirsgirêkên tenduristiyê yên muwekîlan di şert û mercên girtîgehê de dijîn, rasterast dewlet berpirsyar e. Tevî ku hîn şewb bi dawî nebûye û rêjeya nexweşiyê roj bi roj zêde dibe jî pir watedar e ku ev sînordarkirina di mijara hîjyenê de hatiye danîn, rasterast ji girtîgehê tê meşandin. Der barê girtîgehan de berpirsyariya dewletê ya bingehîn heye. Ji her tiştê tenduristî û hîjyena her kesê ku li wir dijî, dewlet berpirsiyar e. Gelek pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn hene lê pirsgireka avê pirsgirêkek pir cidî ye. Astengkirina gihandina avê ya bi vî awayî, binpêkirina mafê tenduristiyê ye. Em hemû saziyên sivîl vedixwînin ku vê rewşê bixin rojeva ve.”