Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hişyariya provokasyon û serhildanê

Hate hişyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan zêde bûne û cerdevan hewl didin provokasyonê çêbikin.

Navenda Nûçeyan-  Hevseroka berê ya HDP'ê ya Navçeya Sultangazî Bêrîvan Zadsan ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Berîvan Zadsan a hişyarî da erkdaran hewl didin provokasyonê ava bikin, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn li ser medyayê tiştên tên jiyîn ragihand û ji Wezareta Dadê pirsî.

Nexweşên giran nabin revîrê

Berîvan Zadsan di hevdîtina bi xwişka xwe Bahar Zadsan re, da zanîn ku zêdetirî mehek e rêveberiya girtîgehê di her hejmartinê de lêgerînê dike û da zanîn ku bi taybetî malzemeyên paqijiyê hemû tiştên wê hatine desteserkirin. Bahar Zadsan qeyda deng a hevdîtinê girt û di qeyda deng de cih digre ku rêveberî bi zanebûn hewl dide tenduristiya girtiyan têk bibe. Berîvan Zadsan her wiha da zanîn ku girtiyên nexweş ên giran bi tu awayî dernaxin revîrê.

Nexweşiya xurê heye

Berîvan Zadsan da zanîn ku li girtiyan li pey hev cezayê hucreyê tê dayîn û girtiyên di hucreyê de tên ragirtin jî bi nexweşiya xurê ketine. Berîvan Zadsan diyar kir ku li girtîgehê nexweşiya xurê heye û da zanîn ku rêveberiyê dest daniyê ser malzemeyên paqijiyê jî.

Teşwîqê serhildanê dikin

Bêrîvan Zadsan ku dengê wê yê di telefonê de hatiye qeydkirin de der barê girtîgeha Bakirkoyê de bi gotinên: "Esat Oktayê zindana Amedê niha li girtîgeha Bakirkoyê ye" anî ziman ku erkdar her dem bi avakirina provokasyonê girtiyan teşwîqê  serhildanê dikin. Bêrîvan Zadsan her wiha di qeyda deng de diyar dike ku destûr nayê dayîn bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin û daxwaza wan a hevdîtinê ya bi dozger re jî tê redkirin û wiha got: “Her ku diçe qada me ya jiyanê teng dikin. Şerê derûnî yê tê meşandin gihîştiye asta îşkenceyê. Li hemberî her gav û gotinên xwe, gef li me tê xwarin û girtîname tên girtin, ceza tên dayîn." Bêrîvan Zadsan li dijî pêkanînên li girtîgehê xwest bertek werin nîşandan.

Eren Keskîn ji Wezareta Dadê pirsî

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyayê de diyar kir ku çûye Girtîgeha Bakirkoyê û çavdêriyên xwe bi vê parvekirinê anî ziman:

“Niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji hevdîtinê derketim. Midûra 1'emîn A û 2'emîn S. li hemberî girtiyên jin gelekî zordariyê dikin. Bi gardiyanên mêr re her roj lêgerîn, desteserkirina eşyayan, bicihneanîna her daxwazê heye. Agahiya we ji vê rewşê heye gelo Wezareta Dadê?”