Li Girtîgeha Evînê 4 girtiyên jin krîza dil derbas kirin

Çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî Nerges Mihemedî ku li Girtîgeha Êvînê girtî ye, ragihand ku di nava mehekê de 4 girtiyên jin krîza dil derbas kirine.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî Nerges Mihemedî ku li Girtîgeha Êvînê girtî ye, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên 4 jinên girtî.

4 jinan krîza dil derbas kirin

Narges Mihemedî bal kişand ku girtiyên jin Zehra Safaî, Ferîba Esedî, Ferangis Mazlûm û jineke nenas ji ber şert û mercên girtîgehê krîza dil derbas kirine û wiha got: “Ez bi fikar im. Divê saziyên tenduristiyê û rayedarên girtîgehê ji bo pisporê dil bînin girtîgehê gavan bavêjin.”   

Nebesiyên tibî hene

Çend roj berê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Êvînê bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber şewba koronayê rû dane û dan zanîn ku kêmasiyên tenduristiyê hene. Her wiha diyar kir ku girtiyên ku bi vîrûsa koronayê ketine ji girtiyên din cuda tên ragirtin û ji ber vê yekê ew bi fikar in.