Li Girtîgeha Evîn mafê hevdîtinê li 10 girtiyên jin hatê qedexekirin

10 girtiyên siyasî yên jin yên Girtîgeha Evîn ya Tehranê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di nav de mafê wan yê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re hatiye qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Girtiyên jin yên Girtîgeha Evîn ragihandin, 10 girtiyên siyasî yên jin yên Girtîgeha Evîn ya Tehranê mafê wan yê hevdîtina bi malbatên xwe re hatiye qedexekirin. Hate zanîn ku qedexeya hevdîtina bi malbatên xwe re ji ber çalakiyên li dijî biryarên darvekirinê li girtiyên jin hatiye birîn.

Têkildarî qedexeya hevdîtin û peywendiya 10 girtiyên jin yên siyasî li Girtîgeha Evîn bi malbatên xwe re daxuyaniyek nivîskî hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye;

“10 girtiyên jin yên siyasî yên Girtîgeha Evîn ya Tehranê yên binavê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Etişa Esed Îlahî, Gulroc Îranî, Wîda Ribanî, Zehra Sefayî, Îlahe Fuladî, Mutehere Koneyî, Sakîne Perwane û Meryem Yihyewî hevdîtin û peywendiya wan ya bi malbatên wan re ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatiye qedexekirin. Ev biryara qedexeyê di 13’yê Çileyê de hatiye dayîn, ji ber çalakiyên şermezarkirina biryarên darvekirinê li 10 girtiyên jin hatiye birîn.

Girtiyên jin ji mafê xwe yê herî bingehîn bêpar hatin hiştin

Ev girtiyên jin çendîn caran ji aliyê desthilatdarên Îranê ve ji xizmetgûzariyên bingehîn yên mafê girtiyên zindanan bêpar hatine hiştin û mafê hevdîtina bi malbatên xwe re, peywendîkirin û dîtina parêzerên xwe jî li wan hatiye qedexekirin. Tevî raporên rêxistinên navnetewî û cîhanî, lê rejîma Îranê di çewisandina jinên nav zindanan de berdewame.”