Li girtîgeha Êvînê 4 girtî jiyana xwe jidest dan, 61 birîndar

Li gor medyayên ser bi Komara Îslamî ya Îranê, şeva borî di encama şewata li girtîgeha Êvînê de, 4 girtî jiyana xwe ji dest dane û 61 girtiyên din jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Medyayên ser bi rejîma Komara Îslamî li xwe mukur hatin ku heya niha 4 girtiyên girtîgeha Êvînê ji ber dûkela şewatê canê xwe ji dest dane û 61 girtî jî birîndar bûne ku rewşa 10 ji van girtiyan giran in.

Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadwerî îdia kir ku her 4 girtiyên jiyana xwe jidest dane di nav girtiyên edlî de ne ku li girtîgeha Êvînê dihatin girtin. Vê navendê red kir ku nasnameya kesên ku jiyana xwe jidest dane eşkere bike û nivîsiye ku nûçeya jiyana xwe jidest dana wan kesan ji malbatên wan re hatiye ragihandin û piştî fermana dezgeha dadwerî dê navên kesên ku jiyana xwe jidest dane bên ragihandin.