Li gelek bajaran êrîşa li dijî Çapemeniya Azad hat şermezarkirin

Li gelek bajaran, binçavkirin û zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku astengkirina rojnamegeriyê sûc e.

Navenda Nûçeyan – Di encama serdegirtinên malan, li Stenbol, Enqere û Rihayê de 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin û li Belçîkayê jî polîsan bi ser studyoyên Stêrtk TV û Medya Haber TV’yê de girtin. Binçavkirin û zextên li ser Çapemeniya Azad li gelek bajaran hatin şermezarkirin.

Stenbol

DÎSK Basin-Îş’ê li avahiya sendîkayê ya li Beyogluya Stenbolê daxuyanî da. Gelek rojnameger tevli daxuyaniyê bûn. Rojnameger Nezahat Dogan di daxuyaniyê de anî ziman ku îqtîdara siyasî hewl dide çapemeniyê îllegalîze bike. Nezahat Dogan, diyar kir ku îqtîdarê piştî operasyonên derveyî sînor zextên xwe giran kirine û got: “Li vir li dijî weşangerî, rojnamegerî û heqîqetê êriş hatiye kirin. Di serî de jî xebatkarên Çapemeniya Azad û çapemeniya Kurd hedef tê girtin. Rojnamegerî sûc nîn e. Çapemeniya Azad dê her dem hebe.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî jî got ku êrişa dawî girêdana xwe bi serdana Iraqê û polîtîkayên şer re heye. Ozgul Sakî, anî ziman ku îqtîdar ji bo qutkirina dengê rastiyê van operasyonan dike. Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr jî got ku îqtîdar her dem “dijminatiyê” bi rojnamegeran re dike.

‘Astengkirina rojnamegeriyê sûc e’

Ji rêveberên DÎSK Basin-Îş’ê Îzel Sezer jî bi bîr xist ku rojnameger ji ber lêpirsîneke 2 sal berê hatine binçavkirin. Ji bo serdegirtina stûdyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê jî Sezer anî ziman ku eleqeya xwe bi amadekariyên şer re heye. Sezer, wiha bi dawî kir: “Ev yek jî rastiya ‘di şer de ji ewil rastî tên kuştin e.’ Hedefgirtina saziyên çapemeniyê yên Kurd ên li Ewropayê, bi xwe re talûkeyê tîne. Ewropa bi xwe normên azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê binpê dike. Astengkirina rojnamegeriyê sûc e. Rojnamegerî sûc nîn e. Divê rojnamegerên binçavkirî tavilê bên berdan.”

Şirnex

 Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê jî bi heman boneyê daxuyanî da û binçavkirina rojnamegeran şermezar kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevli bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê rêveberê DEM Partiyê yê Bajar Cîhat Basan axivî û wiha got: “Em îqtîdara ku polîtîkaya înkar û şer dimeşîne hişyar dikin; ji ber dijminatiya li Kurdan, çavkaniyên Tirkiyeyê pêşkeşî hêzên herêmî û navneteweyî nekin. Rê û rêbazên we îflas kirine. Divê ev êriş tavilê bên sekinandin. Dê piştevaniya me ya bi çapemeniya azad û muxalîf re bidome.”

‘Çapemeniya Azad bi bedelên giran xwe gihîştand îro’

Parlamenter Aslan jî daxuyand ku kedkarên Çapemeniya Azad deng û rengê civakê nîşan didin. Aslan, wiha domand: “Bi êrişên ser çapemeniyê re dixwazin dengê civakê qut bikin. Çapemeniya Azad bi bedelên giran xwe gihand îro. Êrişa li dijî çapemeniyê, êrişa li dijî jiyana demokratîk e. Weke gelê Kurd em tenê êrişeke li ser çapemeniyê nabînin. Li dijî her kesên ku li dijî dagirkeriyê derdikevin hat kirin.

Îzmîr

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Îzmîrê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad rûmeta me ye, bila polîtîkayên şerê taybet bi dawî bibin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.

‘Bila rojnamegerên binçavkirî tavilê bên berdan’

Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut di daxuyaniyê de got ku îqtîdar hewl dide çapemeniyeke li gorî daxwaza xwe ava bike. Karabulut, xwest ku rojnamegerên binçavkirî tavilê bên berdan.

‘Bi bêdengkirina çapemeniya Kurd dê tiştek neguhere’

Edene

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da û bertek nîşanî êrişan da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tevli daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Hêlîn Kaya di daxuyaniyê de got ku êrişa li dijî Çapemeniya Azad, destpêka konsepteke nû ye. Hêlîn Kaya, binçavkirina rojnamegeran û serdegirtina stûdyoyên televîzyonan şermezar kir û wiha got: “Hemû rê û rêbazên we têk çûne. Dê polîtîkayên we yên şer, amadekariyên we yên şer û hewldanên we yên ji bo bêdengkirina çapemeniya Kurd tenê bi Tirkiyeyê bidin windakirin. Tavilê dev ji vê êrişkariyê berdin.”