Li gelek bajaran agirê Newrozê hate pêxistin

Li bajarên Tirkiye Edene, Antalya û Enqereyê pîrozbahiyên Newrozê bi coşek mezin berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Pîrozbahiyên Newrozê îro jî li gelekê bajarên Tirkiye Edena Antalya û Enqere agirê Newrozê hate pêxistin. Bi hezaran kesê berê xwe dan qada Newrozê û daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Edene

Li Edeneyê pîrozbahiyên Newrozê di saetên sibê de li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan bi tevlîbûneke girseyî destpê kir. Gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Welatiyên ku di saetên sibehê de li taxan li hev kom bûn, bi wesayîtan û meşê berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku li noqteyên kontrolê sekna xwe berdewam kirin, li ber stranên azadiyê govend gerandin û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bersiv dan astengiyên ku ji aliyê polîsan ve hatin danîn. Polîsa neçar man ku li hemberî berxwedana gel paşve gavê biavêje.  Welatî bi nîşaneyên serkeftinê, bi çepik û dirûşma “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Welatiyên ketin qadê bûn şirîkê coşa Newrozê. Gelek welatî bi kiras û fîstanan, bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Coşa Newrozê her ku diçe zêdetir dibe bi tevlîbûneke xurt a jin û ciwanan. Bernameya pîrozbahiyê dê bi rêzgirtin û vêxistina agirê Newrozê dest pê bike. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê jî dê Yaşar Demîr, li ser navê Dayikên Aştiyê Raîfe Akin, Heserokê DEM Partiyê yên Bajar Helîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, namzetên hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar û Mahfûz Guleryuz dê biaxivin. Hunermend Şerzat û Koma Aryen û hunermendên herêmî jî dê derkevin ser dikê.

Antalya

 Coşa Newroza Antalyayê jî ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Navnîşana Newrozê jî Qada Bajar a Kepezê bû. Koroya Zarokan a Koma Aryanê derket ser dikê û pîrozbahî destpê kir. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û  “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hêj jî welatî diherikin qadê û govend tê gerandin. Pîrozbahî bi rêzgirtin û vêxistina agirê Newrozê dest pê bike. Komîteya Amadekar a Newrozê, Hevserokên DEM Partiyê yên Antalyayê, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Oluç dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Hunermend Hîvda Gokel û Kamûran Drej wê derkevin ser dikê.

Enqere

Li Enqereyê Newroz li Anîtparkê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. zêdebûna ciwan û jinan a tevlibûna Newrozê bal kişand. Welatiyên ku ketin qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Ji girtiyan re azadî" berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Dawî wê bi heybet be" hatin hilgirtin.

Bername ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de dirûşma "Şehîd rûmeta me ne" hat berzkirin.