Li Fransayê ji bo rizgarkirina zarokên ku mecbûrî fuhuşê bûne projeyek tê destpêkirin
Li bajarê Lîlle yê Fransayê, ji bo rizgarkirina zarokên bi zorê fuhûşê dikin, projeyeke girîng tê îmzekirin. Projeya ku bi piştgiriya Komeleya Jinan a Solfa dê were pêkanîn di nava 3 salan de 23 milyon Euro dê were fînansekirin.
Navenda Nûçeyan– Li bajarê Lîlle yê Fransayê ku îstîsmara zayendî ya li ser zarokan zêde ye, bi piştgiriya Komeleya Jinan a Solfa projeyek tê meşandin. Dema ku fuhûşa zarokan li bajarê Lîlle bûye pirsgirêkek mezin, komele projeya xwe di Mijdara 2021’ê de bi alîkariya milyonek euro ya dewletê bi cih bîne.
Di nava 3 salan de bi 23 milyon euro dê were fînansekirin
Li gorî nûçeya li L'important a, Wezîrê Dewletê ji bo Zarok û Malbatan Adrien Taquet ku di 20’ê Îlonê de çû bajarê Lille, çavkaniyên darayî yên nû eşkere kir. Adrien Taquet ragihand ku dewlet ji bo parastina zarokên li herêma bakurê Fransayê dê 8.5 milyon euro fînanse bike û ev pere tenê di destpêkê de were fînansekirin û tê çaverêkirin ku di 3 salan de bi tevahî 23 milyon euro were dayîn.
Ji bo rizgarkirina zarokan cihek nû vedibe
Di nav projeyên ku fon were dayîn de ji bo rizgarkirina zarokên ku mecbûrî fuhuşê bûne cihek nû dê bê vekirin. Ev proje projeyeke pîlot e ku dikare li Fransayê belav bibe. Proje dê bi 10 zarokên ku mecbûrî fuhuşê bûne, dest pê bike û Komeleya Solfa ku di piştgiriya jinên mexdûrên şîdetê de pispor e, vî cîhê nû bi rê ve dibe.
Em ê di qonaxa yekem de, bi 10 zarokên dilxwaz re bixebitin
Rêvebera Navenda Parastina Zarokan a Komeleya Solfa Jean-Yves Jalain, got; “Ev cih dê bibe navendek pêşwaziyê ya têkel. Navend ji bo piranî zarokên ji 13 salî mezintir ên ku ji fuhûşê rizgar bûne dê xebat bimeşîne. Em ê di qonaxa yekem a projeyê de, bi 10 zarokên dilxwaz bixebitin. Dê ev zarok her dem li navendê bimînin û peymanek rûniştinê were îmzekirin. Peymanek navendê jî heye.”
Dê zarok perwerdeya xwe bidomînin
Jean-Yves Jalain diyar kir ku zarokên dev ji dibistanê berdane yan dê vegerin dibistanên xwe yan jî dê li malê bi mamosteyan re xwendina xwe bidomînin û got ku ew ê bi awayekî dilxwazî piştgiriya akademîk jî ji wan re bê dayîn. Jean-Yves Jalain a diyar kir tîmek çavdêriya projeyê jî hebe wiha axivî; "Di nav de du psîkolog û du teknîsyenên çandiniyê heyî, ji panzdeh kesan dê pêk were. Di çarçoveya projeyê de, zarok dê beşdarî avtîvîteyên din ên wekî baxçevanî, çand û sporê jî bibin."
Piştgiriya psîkolojîk û bijîşkî
Jean-Yves Jalain wiha dibejê; "Di warê tenduristî de, rewşa van zarokan metirsîdar e. Gelek pêgirtiyên wan hene û divê ew bi baldarî werin temaşekirin dê zarok hem alîkariya psîkolojîk û hem jî bijîşkî bistînin.” Jian-Yves Jalain anî ziman ku piştî ew mehekê li navendê man dê raporek li ser rewşa zarokan were amadekirin û rapora duyemîn jî dê piştî 6 mehan were çêkirin.
Navnîşana mala ku zarok lê dimînin dê veşartî bimîne
Jean-Yves Jalain bal kişand ku navnîşana navendê ji bo ewlehiya keç û tîmê were veşartî bimînê û got, "Piştî ku keç beşdarî bernameyê dibin, ew ê li malên xwe, gel malbatên xwe yan jî li apartmanên ku me ji bo ciwan mezin amede kirine bimînin. Em ê bi berdewamî biçin serdana keçan û raporek li ser rewşa wan amede bikin.”
Werger: JINHA