Li Ewropayê ji ber barana zêde lehî rabû

Li Ewropayê barana zêde ya êvara Înê û sibeha Şemiyê bandoreke giran li gelek welatan kir. Li Elmanya, Fransa, Belçîka û Hollanda lehî rabû.

Navenda Nûçeyan- Li rojavayê Elmanyayê ji ber barana zêde roja În û Şemiyê lehî rabû û bandorek mezin li welatiyan kir.

Elmanya

Serokwezîr Olaf Scholz roja Şemiyê serdana herêma Saarlandê ya li ser sînorê Fransa û Luksembûrgê kir ku lehiyê gelekî bandor lê kir. Scholz got: “Li vê derê mirov dikare bibîne li hemberî bûyerên bi vî awayî yên xwezayê divê em xwe çawa amade bikin.”

Daîreya Parastina Sivîl a Elman bang li gelê Saarlandê kir ku piştî hilweşîna bendekê li bajarokê Quierschiedê bi baldarî tevbigerin. Li gorî medya Elman ev bûyer bû sedem ku santraleke elektrîkê ya li herêmê bê girtin.

Xizmetên meteorolojiyê ji bo Saarland, Baden-Wurttemberg, Rheiland-Pfalz, Hessen û Westfalya Ren a Bakur hişyariya lehiyeke 'mezin' da.

Fransa

Meurhte-et-Moselle roja Şemiyê piştî nîvro ji aliyê Meteo-France ve li hemberî karesata lehiyê derbasî alarma sor hate kirin.

Bi taybetî piştî ku baskekî çemê Moselle fûriya, hin ji şêniyên herêmê ji neçarî hatin veguhestin. Rêya A4 a navbera Parîs û Strasbourgê jî di nav de gelek rê li trafîkê hatin girtin.

Belçîka

Rayedarên xwecihî yên li Belçîkayê ragihandin ku şeva Înê li eyaleta Liegeyê ya li bakurrojhilatê welêt 550 bangên alîkariyê hatine kirin û 150 arkuj hatine seferberkirin. Hate ragihandin ku tiştek bi kesî nehatiye.

Hollanda

Li Hollandayê jî hin çem fûriyan. Li eyaleta Limburgê du kamp ji ber rîska lehiyê hatin valakirin.