Li Emîne Şenyaşar doz hat vekirin: 4 sal ceza jê tê xwestin

Edliya Rihayê lorînên Emîne Şenyaşar weke heqaret hesiband û doz lê vekir. Danişîna ewil a doza Emîne Şenyaşar wê di 12’ê mijdarê de bê dîtin.

Riha – Li Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin de doz hat vekirin. Li gorî nûçeya MA yê lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve dihat birêvebirin temam bû û îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz wek muştekî ango gazinker cih girt. Di îdianameyê de heta 4 salan cezayê hefsê ji Emîne Şenyaşar re tê xwestin. 
Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil a doza Emîne Şenyaşar wê di 12’ê mijdarê de were lidarxistin. 
 Di roja 7’emîn a “Nobeta Edaletê” de yanî di 15’ê adarê de Emîne Şenyaşar bi heman îdiayê hatibû binçavkirin û piştî îfade dabû polîsan serbest hatibû berdan. Balkêş e li aliyekî doz li Emîne Şenyaşar tê vekirin li aliyê din jî ji sê salan zêdetir e biryara “veşarî” li ser dosyeya malbatê ye.