Li Elmanyayê ji sedî 7,7 êrişên zayendî li dijî zarokan zêde bûne

Hat tesbîtkirin ku sala borî li Elmanyayê hejmara zarokên di bin temenê 14 salî de rastî êrişa zayendî hatine ji sedî 7,7 zêde bûye. Ji 18 hezar û 497 zarokên ku rastî êrişa zayendî hatin, ji sedî 75,6 zarokên keç in.

Navenda Nûçeyan- Seroka Karên Hindir a Elmanyayê Nancy Faeser, rapora ku Daîreya Krîmînal a Federe (BKA) amade kir parve kir. Li gorî raporê; li Elmanya li gorî sala borî hejmara zarokên di bin temenê 14 salî de restî êrişa zayendî hatî ji sedî 7,7 zêde bûye. Sala borî 18 hezar û 497 zarok rastî êrişa zayendî hatine. Ji sedî 75,6’ê zarokan, zarokên keç in, ji sedî 24,4 ji zarokên kur pêk tê.

Piranî fail kesên herî nêz in

Serok Nancy Faeser bal kişand ku her roj 54 zarok û ciwan rastî êrişa zayendî tên û gelek bersûc nehatine girtin û ev tişt got:

“Piranî mexdûr, failên wan ji ber endamên malbatê, heval an jî yên nas in tên zanîn. Erka hemû civakê û dewletê ew e ku dema gefek li hemberî zarokan hebe bikeve tevgerê. Rayedarên me yên lêpirsînê ji bo rawestandina êrişên zayendî û fail bi lez were tesbîtkirin bi awayekî baş dixebitin. Divê fail li tu cihan xwe di ewlehiyê de hîs neke. Ji ber vê tesbîtkirina failan, jii bo zarok û ciwanan ji tundiya zayendî biparêzin, pêwîstiya me bi pêkanîna servîsa înternetê û veşartina adresa IP heye. Ez ê xebatên xwe yên ji bo vê berdewam bikim.”

‘Ji bo tesbîtkirina failan em ê kêrhatiyên xwe yên teknîkî bi pêş bixin’

Alîkarê serokê BKA’yê Martîna Link diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî êrişên zayendî li hemberî zarokan demek dirêj e di rojeva wan de ye û got: “Mexdûrên êrişên zayendî, travmayên cidî dijîn gelek caran bi encamên sûc re şer dikin.”