Li Efrînê Meclîsa Jinên Sûriyeyê aştiyê bi jinan re nîqaş kir
Di civîna yekem a Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya li Efrînê de beşdaran li ser 'Aştiya sivîl' nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Nevenda Nûçeyan- Meclîsa Jinên Sûriyeyê cara yekem e civîna xwe li bajarê Efrîn a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de ye, lidar dixe. Ev civîn bi sernavê 'Aşîtiya sivîl' û bi beşdariya 40 jinên ji bajarê Efrînê, çalakvanên sivîl, jinên serbixwe û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk hat.
Girîngiya hevkarî û têgihîştinê
Di civînê de bal kişandin ser girîngiya pêkanîna aştiya sivîl a di pêvajoya ku Sûriye piştî rûxandina rêjîma Baasê tê re derbas dibe de. Her wiha girîngiya bidestxistina hevkarî û têgihîştinê ya di navbera kesan de, hat nîqaşkirin. Di heman demê de jinan dadmendî û danîna prensîbên jiyana hevbeş ku stûnên bingehîn ên aştiyê temsîl dike û riya çareseriya pirsgirêk û nakokiyan nîşan dike, nîqaş kirin.
'Hewcedarî bi danasîna armancên meclîsê hebû'
Rêvebera Ofîsa Helebê ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Bêrîvan Horo girîngiya vê civîna dîrokî ya di vê pêvajoya hesas de anî ziman û wiha got: "Li darxistina vê civînê di nava van geşedan û pêvajoyên ku Sûriye tê re derbas dibe de, gavek girîng e. Ev civîn ji bo bihêzkirina jinan a di warê aborî, siyasî û civakî de ji bo bidestxistina Sûriyeke demokratîk e. Hewcedariya jinan bi danasîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê û armancên wê ya parastina mafên jinan hebû. Aştiya sivîl jî bi awayekî bi bandor beşdarî avakirina nasnameya neteweyî ya berfireh dibe."
Piştî axaftinan beşdaran bi awayek azad nêrîn û îfadeyên xwe yên derbarê pêkanîna aştiya sivîl û pêşxistina rolên jinan ên di civakê de, anîn ziman.