Li Efrînê dewleta Tirk jinek revand

Komên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê jinek û birayê wê revandin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk, li gundê Basûtê yê Şêrawayê welatiya bi navê Xunav Xelîl a 55 salî û birayê wê Bengîn Xelîl 30 revandine.

Hat diyarkirin ku Xunav Xelîl beriya 6 salan ji Efrînê koçberî bajarê Helebê bûbû, li ser daxwaza birayê xwe çûbû serdana xizmên xwe yên li gundê Basûtê.