Li Efgenîstanê dibistan vedibin, derbarê xwedevanên jin de daxûyanî nîne
Wezîrê Hinkariya Bilind a Talîbanê da xûyakirin ku wê zaningehên dewletê yên Efgenîstanê di meha Sibatê de vebibin, lê derbarê xwendevanên jin de ti agahî neda.
Navenda Nûçeyan – Li Efgenîstanê li hemberî jinan pêkûtiyên rêveberiya Talîbanê berdewam dike. Wezîrê Hinkariya Bilind a Talîbanê Shaikh Abdul Baqi Haqqanî di civîna ragihandinê ya li Kabîlê de destnîşan kir ku wê zaningehên li bajarên hêj germtirîn 2’ê Sibatê şûnde, zaningehên li bajarên sar jî wê di 26’ê Sibatê de ji nû de vebin, lê di derbarê vesazkirina xwendevanên jin de tû agahiyan neda. Berê jî rayedarên Talîbanê pêşniyar kiribûn ku di refên cûda de perwerdeya jinan bê dayîn.
Heya niha hikûmeta Talîbanê li gelek deverên welat dibistanên amadeyî yên xortan ji nû de vekir. Hin zaningehên taybet car din hatin vekirin, lê li gelek cihan xwendevanên jin nikaribûn vegerin dibistanan.