Li Efganistanê jinbun: Her roj mirinek, her roj bêcezahiştin
Li Efganistanê tundiya dijî jinan gelek zêde bûye, aktivîst Fewziya Riza dibêje: “Her sibeh em bi nûçeyek ku jin di qada giştî de hatiye qamçî kirin, an jî kuştin dest bi rojê dikin.” Da zanîn ku bê cezahiştin û zext vê tabloyê kûr dike.
BAHARÎN LEHÎB
Nangarhar – Li Efganistana ku Talîban li ser testhilatdariyê ye tundî û komkujiya dijî jinan her roj zêde dibe, ev rewş herku diçe nayê dîtin. Gelek bûyerên ku di qeydên fermî de hatî tayîsîn, bi ‘tundiya nava malê’ an jî ‘mirina bi guman’ serde tê girtin. Aktivîsta mafê jinan Fewziye Riza, tabloya awarte radixe ber çavan û dibêje: “Îro jinên li Efganistanê her roj bi nûçeya qamçîkirin û an jî kuştina jinan dest bi rojê dikin.” Rêxistinên jinan diyar dikin ku ev pêvajo ne bûyerên kesîne, encama tundiya sîstematîk a rejîmê ye.
Tundî ji ya tê dîtin gelek zêdetire
Dema li medya û tora dijîtal were mêzekirin, em rû bû rûyî nûçeyên li pey hev ên komkujiya ji zarokên piçûk ên keç bigre heta jinên têgihiştî ne. Ev rewş nîşan dide ku li Efganistanê tundiya dijî jinan gihaye astek berfireh û bi fikar. Gengaze ku mirov bêje daneyên ku tên weşandin, jiyên rast gelek kêmtire. Gelek buyer tu deman nayên qeydkirin û di medyayê de nayên teyîsîn. Ji ber atmosfera hakim, li ser tirs, bêdengî û parastina kiryarên tundiyê hatiye avakirin. Aktivîstên mafê jinan, diyar dikin ku rêveberiya Talîban a dijminê jinan û nebûna pergelek a edaleta serbixwe, rê li ber wê yekê vedike ku komkujî û zextên li dijî jinan neyên şopandin.
Rêzikname tundiyê rewa dike
Talîban beriya mehan, ji bo dadgehan rêziknameyek weşand. Li gorî saziyên mafê mirovan, ev rêzikname rê li ber rewakirina tundiya dijî jinan vedike. Rexnegir îfade dikin ku ev sazûmanî, derfet dide mêran tundiyê dijî jinan pêkbîne û ev jî rastî pêkanînek cidî ya hiqûqî nehatiye.
Rêziknameya Talîban, destûr dide mêr li hevjînên xwe bidin, lê belê vê bi şertê ku di bedenê de şop nebe ve girêdidin. Ev rewş fikarên aktivîstên mafê jinan hê zêdetir dike.
Bi sedan bûyer, bêcezahiştin didome
Li gorî rapora Şopandina Mafê Jinan a Efganistanê, ji destpêka 2025’an ve, li Efganistanê derbarê binpêkirinên sîstematîk ên mafê jinan de gelek bûyer hatine qeydkirin. Di raporê de, 511 bûyerên tundiya dijî jinan belge kir. Ji vana 76 jê cînayetên jinan ên bi zanabûn, 130 jê li qada giştî qamçîkirin, 72 jê binçavkirinên kêfî û bi zorê windakirin, 32 jê întiharên ku bi mirinê encam bûne. Her wiha 258 dosya bêyî kar û barê fermî û şopandina darazê, girtî hatine hiştin.
Di raporê de hate diyarkirin ku jinên neheqî li wan tê kirin di navbera 18-36 salî dene. Ev jin di şertên heyî yên Efganistanê de rû birûyî qedexeyên siyasî, aborî û şertên xirab ên civakî ne.
Rapora NY: Tundî û binpêkirin zêde dibin
Di raporek din de, Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî balê dikşîne ser tundî û binpêkirinê mafan ên li Efganistanê. Li gorî vê rapora sê mehên dawî ya dawiya sala 2025’an digre nava xwe de, di pevçûnan de 547 kesan jiyana xwe ji dest dane, an jî birîndar bûne.
Di heman raporê de hate îfadekirin ku 250 bûyerên binçavkirina kêfî hatine qeydkirin û herî kêm 50’î kes rastî nêzîkatiyên xirab hatine. Di nava van kesan de jin û mêr cih digrin. Her wiha 287 kes li qadên giştî hatin qamçîkirin, di nava van de jin û zarok hene. Du kes hatine darvekirin.

Di temenê zarok de zewac û mirin: Çîroka Muhaddese
Bûyera herî dawî hatî qeydkirin, kuştina zaroka keç Muhaddese Gulamhuseyin a 15 salî ya li wîlayeta Daykundî dijî bû. Mirina Muhaddese Gulamhuseyin ku di 22’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dayî, wek ‘tundiya nava malê’ kete qeydan û mêrê pêre zewicî wek kiryarê komkujiyê hate nîşandan. Li gorî şahidan, di bedenê wê de şopên îşkenceya nû û kevin hebû.
Dema ev rapor temam dibû, nûçeyek din a sosret hate weşandin. Li wîlayeta Badahşan zarokek 13 salî piştî rastî tecawîzê hate, hate qetilkirin. Ev bûyer nîşan dide ku li Efganistanê tundiya li dijî jin û zarokên keç hê didome û hejmara ên ku tê qetilkirin her roj zêde dibe.
Jinên di pergala berê de di xebitîn di hedefê dene
Di bûyerek din de, jina bi navê Bedriye ku ji bo mafê xwe bi şopîne vegeriya bû Efganistanê, li Kabulê rastî êrîşa sekvanî hat. Jinek din jî berê di polîsên Efganistanê de erk girtibû li Kabulê hate qetilkirin. Ev bûyer bi taybet di mijara ewlehiya jinên ku di pergala berê de xebitîn fikaran zêde dike.

‘Cînayet veguherandine çanda civakî’
Derbarê mijarê de li Nangarhar aktivîsta mafê jinan û yek ji jinên xwepêşender Fewziye Riza ji ajansa mere axivî û wiha got: “Fundamentalistan cînayetên jinan hêdî hêdî vediguherandine çanda civakî. Hê gelê me Rukhşana û Ferhunde ku li Kabulê di mesafeya çend kîlometreyan ji Saraya Serokkomarê dûr de ji ber sûcek bê bingeh bi zindî hatin şewitandin ji bîr nekirine.”
Fewziye Riza wiha dom kir: “Dema komên cîhadîst Kabul xist destê xwe de, sûcên wek tecawîz, cînayet heta jêkirina pêsîra jinan ne sekinî. Talîban jî dewama heman fikrî bû. Îro jinên li Efganistanê her sibeh bi nûçeyên li qada giştî jinek hatiye qamçîkirin an jî li aliyek yê welat hatiye kuştin, dest bi rojê dikin.”
‘Tundî bi dawî nebûye’
Fewziye Riza wiha got: “Ji derbeya 27’ê Nîsana 1978’an heta niha, li Efganistanê jin bûne qurbanên yekem ên rêveberiyên serdest. Di nava 20 salên dawî de, herçend gotinên demokrasiyê hebin jî tundiya dijî jinan bi dawî nebûye. Poz û guhê bi dehan jinan hatine jêkirin, gelek jê ji ber tundiya nava malê an serî li întiharê dane, an jî serî li xweşewitandinê dan e.”
‘Dê jinên Efgan dawî li vê pergala despotîk bînin’
Fewziye Riza di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî van hemû encaman, di dawiya van zext û dijminatiya jinan de, ez bawer dikim ku dê têkoşîn û berxwedana jinên Efgan were. Dê jinên Efgan rojekê dawî li vê pergala despotîk û dijminê jinan bîne.”
Dê jin neyên bêdengkirin
Zêdebûna komkujiyên jinan, qamçîkirina di qadên giştî de, binçavkirinên kêfî û bêdengbûna dosyayên tundiyê, nîşan dide ku jinên li Efganistanê yek jî demên herî tarî ya dema nûjen dijîn. Aktivîstên mafê jinan, diyar dikin ku nebûna edaletê, hakimyeta îdeolojiya dijminê jinan û bê cezahiştina kiryarên tundiyê, sûd dide ku ev sûc bidomin. Tevî vê, jinên Efganistanê li dijî zextê disekinin û hewl didin dengê jinên hatine bêdengkirin zindî bihêlin. Ev deng tevî hemû zext û gefan hê bêdeng nebûye û dê bêdeng nebe.