Li Efganistanê di du mehan de 7 jin û 5 zarok hatin qetilkirin!

Rapora meha Gulan û Hezîrana 2026’an a li ser rewşa Efganistanê nîşan dide ku di bin desthilatdariya Talîbanê de, tundî û kuştina jinan her diçe zêde dibe. Tawanbar ji ber pergala heyî nayên cezakirin û bûyer veşartî dimînin.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Li Efganistanê kuştina jinan hê jî wekî yek ji aliyên herî fikarbar ên binpêkirina mafên mirovan û tundiya li ser bingeha zayendî tê hesibandin. Tevî sînordariyên berfireh ên li ser çalakiyên ragihandinê û saziyên parastina mafên mirovan, raporên derketine holê nîşan didin ku jin hê jî bi kuştinên navmalbatî (di bin navê şerefê de) kuştinên armancgirtî û şêweyên din ên tundiya kujer re rû bi rû ne. Ji ber nebûna mekanîzmayên dadwerî ji bo lêpirsîn û cezakirina tawanbaran, gelek ji van bûyeran bêyî lêpirsîn dimînin.

Li gorî nêrîna çavdêran, pirtûka rêbazan a ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye weşandin, rê ji bo zêdebûna parêzbendiya tawanbarên tundiya li dijî jinan vekiriye.

Nebûna pergaleke berpirsiyariyê ya zelal û kêmbûna saziyên piştgiriyê, lêkolîna hûr a van bûyeran bi zehmetiyên mezin re rû bi rû hiştiye. Di encamê de, amarên berdest tenê beşeke biçûk a rastiyê nîşan didin û îhtîmal heye hejmara rastî ya jin û keçên ku bûne hedef, ji hejmarên hatine tomarkirin pir zêdetir be.

Bûyerên ku di Gulan û Hezîrana 2026’an de hatine belgekirin

Pêvajoya kuştina jin û zarokan li parêzgehên cuda yên Efganistanê bi motîvasyonên cihê wekî tundiya nav malê, nakokiyên kesane û êrîşên armancgirtî wiha hatiye qeydkirin:

  • “22’yê Gulana 2026’an: Cenazeyê zarokek ji çemê navçeya Kame ya parêzgeha Nangarharê hat dîtin.
  • 24’ê Gulana 2026’an: Ferahnaz Bedexşî (dayika çar zarokan), di encama şerekî de li Seraya Şehzade ya Kabulê ji aliyê kurê parlamenterê berê yê Efganistanê Ellah Gul Mucahîd ve bi guleyan hat kuştin.
  • 30’yê Gulana 2026’an: Keçeke ciwan ji ber nerazîbûna xwe ya li hemberî zewaca bi zorê, li parêzgeha Meydan Werdakê dawî li jiyana xwe anî.
  • 31’ê Gulana 2026’an: Li navçeya Surx Rûd a Nangarharê, zilamekî hevjîn û keça xwe ya ciwan kuştin û kurê wî jî birîndar bû.
  • 4’ê Hezîrana 2026’an: Li navçeya Kûzkenar Xîwe ya Nangarharê, jin û mêrek ji aliyê birayê jinikê ve bi hinceta "têkiliya derveyî zewacê" hatin qetilkirin.
  • 5’ê Hezîrana 2026’an: Firişte Îmad, karmenda nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî, li herêma yazdehem a Kabulê bi guleyan hat kuştin.
  • 7’ê Hezîrana 2026’an: Cenazeyê jinek di mala xwe de li bajarê Heratê hat dîtin.
  • 7’ê Hezîrana 2026’an: Cenazeyê keçeke 13 salî li navçeya Kame ya Nangarharê hat dîtin.
  • 8’ê Hezîrana 2026’an: Jin û mêrek bi tometa "têkiliya derveyî zewacê" li navçeya Yehya Xêl a Paktîkayê hatin kuştin.
  • 10’ê Hezîrana 2026’an: Di êrîşên artêşa Pakistanê yên li ser parêzgehên Kunar, Xost û Paktîkayê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan; di nav wan de 11 zarok û jinek hebûn.
  • 13’ê Hezîrana 2026’an: Keçeke 14 salî li navçeya Kelkan a Kabulê, bi tometa "axaftina bi kurê cîran" re ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
  • 14’ê Hezîrana 2026’an: Keça 8 salî ya bi navê Sayîre, li navçeya Nereng a Kunarê ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.
  • 20’ê Hezîrana 2026’an: Dadwerê ku di bin desthilatdariya Talîbanê de kar dike, li navçeya Betî Kût a Nangarharê hevjîna xwe bi guleyan kuşt.”