Li DYE yê 500 gorên zarokên xwecihî yên Amerîkayê hatin dîtin
Di lêkolînekê de derket holê ku li 50 cihên dibistanên şevê yên DYE yê hatine tespîtkirin ku 500 gorên ku tê texmînkirin aîdî zarokên malbatên xwecih yên Amerîkî ne hatine dîtin.
Navenda Nûçeyan – Di lêkolînek a ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve hatî kirin de derket holê ku li zêdetirî 50 cihên dibistanên şevê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yê 500 gorên ku tê texmînkirin aîdî zarokên malbatên xwecih ên Amerîkayê ne, hatin tesbîtkirin.
Cara yekem e lêkolînek wiha berfireh li ser dibistanên şevê yên wê herêmê tên kirin û wê demê zarok bi zorê têde dihatin bicîh kirin. Heta niha li 53 herêmên cuda 500 cihên goran hatine tespîtkirin, rayedaran diyar kirin ku dibe ev hejmar zêde jî bibe.