Li dijî tundiyê pêngava 16 rojan berdewam dike
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê li dijî tundiya li ser jinan pêngava 16 rojan a di 25’ê Mijdarê de destpê kir didome. Çalakvana mafê jinan Ronak Mecîd tundiya li ser jinan ya ku zêde dibe û pêngava 16 rojan nirxand.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Li seranserî cîhanê jin rojane rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên. Li gora daneyên Netewên Yekgirtî di her 10 deqeyan de jinek bi destê mêr tê qetilkirin. Bi riya şerên ku ji hişmendiya mêr-dewletê ve tên rêvebirin jî qetilkirina jinan tê rawakirin. Li Iraq û Başûrê Kurdistanê ku roj bi roj tundî û qetilkirina jinan zêde dibe, bi riya guherîna Zagona Rewşa Kesane ya 188’ya sala 1959’an a Iraqê tê li ber tundiya jinan tê vekirin. Çalakvana mafê jinan Ronak Mecîd pêngava 16 rojan a li Başûrê Kurdistanê li dijî tundiya li ser jinan hatiye destpêkirin û rewşa jinan nirxand.
‘Şerên tê meşandin qetilkirina jinan rawa dike’
Ronak Mecîd der barê pêngava 16 rojî ya pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê de diyarkir ku tevahî êriş û şerên ku li navçeyê rû didin raste rast li dijî jinan e û wiha got: “Jin bi riya êrişên li ser civakê û bi riya dewletan bi tundiya fîzîkî û derûnî re rûbirû tên. Di hemû şeran de kolekirin û destdirêjiya zayendî li jinan tê kirin. Piştî sala 1991’an jinên li Başûrê Kurdistanê bi hêviya azadiyê ku tevî vê azadiyê jin li tevahiya cîhanê de pêgav jêre davêjin, bi wê hêviya wê pêngavê ber bi azadiyê ve bibe. Lê belê desthilata herêma Kurdistan û sîstema sermeyader rewş û azadiya jinan bi aqilek dûrî xeyalên jinan bir. Bi riya amûrkirinê jin rastî tundî û qetilkirinê tên. Daneyên tundiyê di çend salên borî de heta niha astek bilind. Desthilatdar sedemê qetilkirin û destdirêjiya zayendî li ser jinan ne.”
Guherîna Zagona Rewşa Kesane dê tundiyê kûrtir bike
Ronak Mecîd da zanîn ku roj bi roj qetilkirina jinan zêde dibe û got: “Di tevahî qadên jiyanê de jin rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên. Sîstema hikumetê li Iraq û Başûrê Kurdistanê hewl dide rewşa civakê ya malbatê têk bide. Bi riya guherîna Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê hewla têkdana nirxê civaka Kurd û jenosîdkirina jinan dide. Bi riya guherîna Zagona Rewşa Kesane, meshebgerî kur dibe, mafê dayiktiyê ji jinan digre, rê li ber zewaca temenê biçûk diveke. Bi riya desthilatê hewla jiyanek ne aram ji bo jinan dide.”
‘Hikumeta hewla guhertina çanda civakê dide’
Ronak Mecîd bal kişand ku polîtîkayên pergala desthilatê li Başûrê Kurdistanê tundiyê zêde dike û got: “Sîstema sermayedar bi cezanekirina bikujan li dadgehê sedemek din yê zêdebûna qetilkirina jina e. Dema jinek tê qetilkirin bersûc cezayê zagonî nagire, ev jî rê ji bo zêdebûna tundiyê û qetilkirina jinan ji aliyê mêr ve xweş dike. Her wiha bi riya ragihandin, rêzefilm û çend mijarên din ên dem ser de borîne civaka Kurd berbi xirabûnê ve dibe. Sîstema hikumetê hewla tunekirina civak û di navde jinan dide. Hewla guherîna çanda civakê dide.”
‘Hişyarkirin giring e’
Ronak Mecîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hişyarkirina kes giring e û divê jin ew ragihandin û rêzefilmên ku hewla ji navbirina cihê jinê dide boykot bikin. Boykota vê sîstema sermayedar û amûrkirinê bikin ku hewl dide civakê û cihê jinê ji nav bibe. Her kesek di civakê de erk û mafê wê ya civakê hişyar bike. Divê tevahî rêxistin ji bo hişyarîkirina kesê malbatê bi riya semîner û panelan hewla ji bo bi destxistina mafê jin û civakê bide.”